03.02.2003 - 15:32
Kongireya salane ya Navenda PENa Kurd Li Berlînê li dar dikeve
BERLÎN (amude.com) -
Li Berlîna paytext, roja 08.03.2003an, demjimêr 10.00-19-00, Navenda PENa Kurd
dê kongireya xwe ya salane li dar xîne. Terry Carlbom, sekretêrê
giştî yê PENa Navneteweyî (Swêd), Lucina Kathmann (Meksîko), yek
ji cihgirên serokê giştî yê PENa Navneteweyî û hin nivîskarên elman
dê di kongireya PENa Kurd de beşdar bin.
Cih: Literaturhaus Berlin, Fasanenstr. 23, 10719 Berlin,
Tel.: 0049 30 887286-13, www.literaturhaus-berlin.de
Rojev:
1. Vekirina civînê bi rawestana yek xuleyê li ser giyanê cangoriyên Kurdistanê
2. Bixêrhatina mêvanan, xwendina gotinên wan û silavnameyan
3. Hilbijartina komîteya birêvebira civînê
4. Hilbijartina komîteya çavdêrî û hijmartinê
5. Awireke kurt li rewşa wêjeya kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê, Sovyêta berê û Ewropayê, gotar ji aliyê van birêzan ve têne xwendin: Haydar Işik, Hesen Îrandost, Pîr Xidir Silêman, Helîm yûsif*, Mustefa Reşîd û Eskerê Boyik
6. Raport:
a. Raporta kar û barê salên çûyî
b. Raporta darayî
c. Raportên her çar komîteyan
7. Gengeşî li ser raportan, rexne û rexnelixwegirtin, pêşniyar û amojgarî
8. Gengeşî li ser rêbaza Navenda PENa Kurd û pêkanîna guhertinên pêwist
9. Hilbijartin:
a. Hilbijartina serok
b. Hilbijartina endamên komîteya birêvebir
c. Girtin bi sirûda nteweyî Ey Reqîb
10. Êvara wêjeyî
Êvarê bi mêvanan re xwarina şîvê ye -cih û dem dê di civînê de
werin diyar kirin. Piştî şîvê endamên PENa Kurd dê bi mêvanan xwe re guh
bidin berhemên hin nivîskar û helbestvanên kurd û di nav re stran û awazên hin hûnermendên
kurd pêk tên.
Bo agahiyên berfirehtir:
Malpera PENa Kurd: www.pen-kurd.org
Dr. Zerdeşt Haco: tel: 00 49 177 3351016
|
|