www.amude.com - navenda çanda kurdî


03.11.2003 - 00:59

Duyemîn hejmara 'PÊL' derket


>> Hin berhemên vê hejmarê (pdf)
>> emaila xwestina kovarê:
tengezar.marini@freenet.de
BERLÎN (amude.com) - Li Berlînê û ji nav weşanên 'Havîbûn', duyemîn hejmara kovara Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan (rojava) li Elmanyayê 'PÊL' derket. Yekemîn hejmara 'PÊL'ê di gulana 2002ê de derketibû.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan (rojava) li Elmanyayê (YNKRE) bi şêweyeke fermî di 29.11.2001ê de li bajarê Hannover hate damezirandin. Yek ji biryarên kongireyê damezirandinê ew bû, ku YNKRE kovarekê derxîne. Piştî şeş mehan, yekemîn hejmara kovara 'PÊL' derket.

Piştî derketina yekemîn hejmara 'PÊL', du endamên desteya nivîskaran, Helîm Yûsiv û Jan Dost, di daxuyaniyekê de di malpera 'Tîrêj' de nerazîbûna xwe ji xebata (YNKRE) eşkere kirin û ragihandin, ku ew ji yekîtiyê û desteya nivîskaran a kovara wê 'PÊL' derdikevin. Desteya nivîskaran ji van kesan pêk tê: Dr. Ebdilmecîd Şêxo, Keça Kurd, Nezîr Palo û Selîm Biçûk. Sernivîserê kovarê Heyder Omer e.

Ji ber ku demek dirêj derbas bû bêyî ku hejmara 2an a vê kovarê derkeve, weşanxaneya 'Havîbûn' li Berlînê di civînekê de li gel berpirsiyarên (YNKRE) biryara stand, ku ew dê alîkariyê bike û kovarê biweşîne.

Naveroka vê hejmarê:
Gotara hejmarê (Sernivîser), Bipêşeçûna dîrokî (Dr. Zerdeşt Hajo), Psikolojî û ziman (Dr.Ilhan Kizilhan), Helbesta Folklorî (Keça Kurd), Jiyana Feqiyê Teyran (Se,îd Dêreşî), Ji rêzimana Kurdî (Hemîd Kilicaslan), Hemreş Reşo (Heyder Omer), Berkullêk le.. (Cemal Xeznedar), Agahî (M. M. Ehmed), Kurdên Bakurî (Laleş Qaso), Hevdîtinek dîrokî (Dr. M.Zeyno), Stêrkên bê ruhnî (Zeynulabidîn Zinar), Asoyên Nepeniyê (Selwa Gulî), Rêya Xerîbiyê (Esker Buyîk), Dîsa Bîranînên te (E.Qadir Mûsa), Dengê te (Dr. Barî)



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]