 |
 |
07.11.2003 - 15:57
Li Elmanyayê şevek hunerî di sedsaliya Cegerxwîn de
BREMEN (amude.com) - Derbarî çalakiyên ji
bo sedsaliya Cegerxwîn, rêxistina Elmanyayê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûryayê
(PDPKS) dê roja şemiya 22ê vê mehê li bajarê
Bremenê şeveke hunerî li dar xîne. Komek ji hunermendên
kurd dê bi awaz û dengên xwe beşdarî vê şevê
bibin.
Hunermendên ku dê beşdarî şevê bibin, ev in:
Dilovan, Elî Sofî, Ronî Can, Evîn, Kadar û
Siûd Ehmed & Zibêr.
Dem: 22.11.2003, 14:00
Cih: Schiffbauerweg 4 , Bremen (Gröplingen)
Derbasbûn: 10.00
|
 |
 |