www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

24.02.2003 - 17:20

Cemawêr û hêzên Kurdistanê dijî hatina Tirkiyê bo Kurdistanê ne - daxuyaniya 23 partiyên Kurdistan û Iraqê

Hekar Findî - Duhok

DIHOK (amude.com) - Piştî gotinên berpirsyarên tirk derbareyî daxwaz û peşnyarên wan di guftûgoyên wan de digel Emêrîkayê ji bo hinartina leşkerên Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê, rêxistinên Kurdistanêyên siyasî û cewamêran nerazîbûna xwe diyar kirin û gotin ku ew qebûl nakin ku leşkerên tirk bêne nav axa Kurdistanê û ewên berhingariya wan bikin.

Derbarî vê yekê, do li Hewlêra paytext, 23 partiyên siyasî yên Kurdistanê bi hevre civiyan û daxuyaniyek derxistin. Ev jî teksta daxuyaniya wan 23 partî û rêxistinan e.

RAGEHANDINA DAWÎ YA KOMBÛNA PARTÎ Û ALIYÊN SIYASÎ YÊN KURDISTAN Û IRAQ

Cemawêrên Kurdistanê yên bi şeref,
hêz û aliyên azadîxwaz ên deverê

Em partî û aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê îro, 23.2.2003an, li ser bangihêşta mekteba siyasî ya Yekêtîya Neteweya Demokrat a Kurdistanî YNDK li baregayê mekteba siyasî ya YNDK ê li bajarê Hewelêrê ji bo lêkolîna rewşa siyasî ya Kurdistanê û deverê û rawestan li ser hêrişên Hukmeta Turkî em civyian .

Wek li ba hemû aliyan eşkere ye, Kurdistan û dever di rewşek nazik û hestdare û serûberê rijêma Îraqê li beramber komelgeha nêvneteweyî da roj bi roj berhingarî guhertinên zêde dibe, eve jî bo ye egerê wê yekê ku kêşeya Îraqê bigehîte binemayên xwe û egerê bikaranîna hêzan li beramber Îraqê zêdetir lê dihêt . Bi vê yekê jî Kurdistan û dever beref guheritinê rewşek din dihere û egerê derştêwerdana hinek dewletên herêmî di paşerojê de bi taybetetî hukmeta Turkîya ku eve çende rojane gefên destêwerdanê leşkirî bo Kurdistanê dike.

Eve wek part û alîyên ku navên wan lijêr htîn xweyakirin bi hemû şêweyekê dijî destêwerdanên hukmeta Turkiya ne bo Kuridstana Îraqê û her wesa dijî hatina supasyê turkiya bo Kurodstanê radiwestin .û daxazê jî ji civaka nêv dewletî û UN ê û Kungirê Oposuzyona Iraqêe dikîn ku palpiştên me bin û dîsan giviaştinan li ser hukmeta Turkîyê bikarbînin da ku dest ji vê siyasetê berde . Ev siyaseta ku aşkira ye dijî gelê Kurd û doza wî ye her wesa me di vê bêjîn ku çi eger nînin bo hatina supasyê Turkiya bo Kjurdistana îraqê ji ber vê yekê em û ji bûna parastina serbora dîmokrasî li Kurdistana Îraqê û jibo ragirtina hevsengîya hêzê li deverê da . Her renge destêwerdaneka Tirkî em reddikîn ve û qebûl jî nakin û dubare dikîn ku xelkê Kurdistanê dijî her dagîrkerekî û dagîrkirnekê ye her wesa li beramberî destêwerdanên Turkî jî bê deng namîne .

Dîsan daxwazê ji revenda kurdên Îraqê li derveyî Welatî dikîn ku vê siyaseta Turkî beramberî Kurdistana Îraqê rû reş û şermizar bikin . Partî û aliyên siyasî

1. Partiya Şiyûî Kurdistanî-Iraq
2. Partiya Sosyalîst a Demoqratî Kurdistan
3. Partî Karî Demoqratî Kurdistan
4. Partiya Demoqratî Bêtnehrên
5. partiya alle Şoreşgerî Kurd
6. Bizûtnewey Îslamî li Kurdistan-Iraq
7. Komelley Rewşenbîrî Turkman li Kurdistan
8. Partî Birayetî Turkmanî Iraq
9. Partî Yekêtî Turkmanî Iraq
10. Partî Demoqratî Turkmanî Kurdistan
11. Partî Nîştimanî Iraq
12. Bizûtnewey Mîllî Kurdistan
13. Bizûtnewey Demoqratî Gelî Kurdistan
14. Bizûtnewey Cutyaran û Çewsawanî Kurdistan
15. Rêkxirawî Têkoşanî Rencderanî Kurdistan
16. Partiya Rizgarî Kurdistan
17. Komelley Neteweyî Kurd
18. Komelley Kurdefeylîyekan
19. Komelley Çewsawanî Kurdistan
20. Kongrey Azadî Kurdistan
21. Bizûtnewey Dîmukrasîxwazanî Kurdistan
22. Partî Demoqratî Kurdistan
23. Yekêtî Neteweyî Demoqratî Kurdistan, YNDK

HEWLÊR, 23/2 2003
Vegere rûpela destpêkê


 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]