 |
 |
10.06.2003 - 20:23
Li Kurdistanê kovara Nûbûn dest bi weşanê kir
Sebah Etrûşî - DIHOK (amude.com) - Li Dihokê kovareke nû bi nabê NÛBÛN
dê dest bi weşanê bike. Ew dikeve şûna kovara Dîcle ya
ku ji sala 1998an ta 2001ê derdiket.
Di pêşgotina hejmara yekem de, sernivîserê NÛBÛNê Ebdal Nûrî dibêje ku NÛBÛN "rola xwe di hevnaskirina zaravên kurdî de dibîne, ku ji ber jihevparçebûna Kurdistanê ji hev dûr nebin." Ew berdewam dike û eşkere dike ku "NÛBÛN azadî ye û ji azadiyê re kar dike."
Bo têkiliya bi kovarê re:
Faks: 004724135225
Email: nubun2003@yahoo.com
|
 |
 |