www.amude.com - navenda çanda kurdî


12.06.2003 - 12:37

Novîn Hersan li Qamişloyê hate binçav kirin


Novîn Hersan
(saradistribution.com)
QAMIŞLO (amude.com) - Doh li bajarê Qamişlo, xanim Novîn Hersan ji aliyê esayîşên dewleta Sûryayê ve li ser sînorê sûrî-tirkî hate binçav kirin. Ew ligel çend polîsan hate şandin bajarê Hisiça û ji wê derê ber bi Şama paytext ve.

Li gor agahiyên, ku Serdar Bedirxan ji Kurdistanê ragihandin amude.com, xanim Hersan ji esayîşan daxwaza dayîna derfeta dîtina diya xwe ya nexweş kir, lê daxwaza wê nehate pejirandin. Doh, demjimêr 08.30ê êvarî, diya wê li Amûdê çû ser dilovaniya Xwedê, bêyî ku keça xwe Novîn bibîne.

Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûryayê (Yekîtî) di daxuyaniyekê de, ku îro ji amude.com re hate şandin, girtina xanim Hersan şermezar dike û ji rêjîma Sûryayê daxwaze berdana wê dike.

Hêjayî gotinê ye, ku Novîn Hersan ji bajarê Amûdê ye. Ew ji mêj ve li Swêdê dijî û li wê derê weke jineke aktîv hatiye nas kirin. Weke endameke Partiya Sosyal Demokrat a swêdî, wê çend caran hewl da ku bibe endama perlemana Swêdê, lê bi ser nediket.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]