www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

31.03.2003 - 23:40

Êrîşa li dijî Şivan Perwer êrîşa li dijî gotina paqij e

QAMIŞLO (amude.com) - Li Qamişloyê, rewşenbîr û nivîskarên kurd ên herêma Cezîrê di daxuyaniyekê de êrîşên li dijî hunermend Şivan Perwer şermezar kirin. Nivîsa daxuyaniya wan ev e:

Şermezariya êrîşa li dijî Şivan Perwer

Em nivîskar û rewşenbîrên kurd ên herêma Cezîrê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, êrîşa li dijî hunermendê kurd û yek ji simbolên mezin ên huner û hişagahiya kurdî Şivan Perwer şermezar dikin. Ev êrîş li dijî çand û huner û gotina paqij e.

Ibrahîm Yûsif, Konê Reş, Seydayê Keleş, Elî Cezîrî, Ferhad Içmo, Bêwar Ibrahîm, Gula Şêrîn, Cîhad Usman, Hefîz Ebdulrehman, Ehmed Heyder, Welîd Hiznî, Mihemed Şêxo, Mişel Temo, Siyamend Mîrzo

Qamişlo, 31.03.2003
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]