 |
 |
18.10.2003 - 03:18
Newafê Gedo mir
 Newafê Gedo |
ŞAM (amude.com) - Doh êvarî, nivîskarê folklorê kurdî
Newafê Gedo di nexweşxaneyekê de li Şamê
ji ber jana penceşêrê koça dawîn kir. Gedo 67 sal kirin. Ew dê
îro li gundê Gedo nêzîkî Qamişlo
bê veşratin.
Gedo nivîskarê çîroka kurdî bû. Herweha wî berhemên gelêrî dida hev û di vî warî de 3 pirtûk berhev û çap kirin,e ew jî ev in:
Laqirdiyên Gundiyan (1997)
Xurcezîn (2000)
Şeng û Peng (2002)
Newafê Gedo ji biçûkaniya xwe ve di nav tevgera rizgarîxwaz ya kurdî de li Sûryayê xwedî cih bû û yek ji wan kesan bû, yên ku di sala 1972ê de beşdarî di konferasa 'Partî' (PDK) de li Kurdistana Başûr (Bamernê) kir. Wî di rêka kurdayetiya xwe de gelek êş û azer kişandine.
Gedo di sala 1936ê de li gundê Pitinê ji dayik bûye û jiyanek gelêrî derbas kiriye.
Îro (18/10/2003) dê laşê wî bigihêje Qamişlo û di gundê wî 'Gedo' bê veşartin.
Cihê xweşkirina ber dilê malbata Gedo li Qamişlo/Taxa Xerbî ye.
Ji bo peywendiyan:
Kurê wî Mihemedê Gedo: +963 94501936
Pismamê wî Salihê Gedo: +963 93522408
An: +963 52435094
Email: Kone-resh@amude.com
|
 |
 |