www.amude.com - navenda çanda kurdî


07.11.2003 - 02:44


>> www.navend.de
>> info@navend.de
Sibe li Bonnê konferansek ji bo Kurdên Binxetê li dar dikeve

BONN (amude.com) - Komeleya 'NAVEND ji bo Lêkolînên Kurdî' dê sibe, şemiya 08.11.2003ê, li bajarê Bonnê li Elmanyayê civînekê bi navê 'Guhertinên li Rojhilata Navîn ji bo Kurdên Sûriyê şansek e?' li dar xîne. Komek ji lêkolîner, siyasetvan û kesayetiyên kurd û elman dê beşdarî vê civînê bibin.

Di çarçoveya "Diyaloga Kurd bi Kurd re/ Forûma Kurdan" de, NAVEND dixwaze li ser rewşa Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê bi kesayetiyên kurd ên vî perçeyê Kurdistanê, yên ku li Elmanya dijîn, û nûnerên rêxistinên Elmanya yên partiyên kurdî li Sûryayê re civîneke berfireh li dar bixe. Li gorî NAVEND, amanc û hêviya wê ew e, ku bi vî awayî ew bikaribin diyaloga di navbera Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê de pêş bixin û bi hev re li riyan bigerin, ku astengên li pêşiya diyalogê ji holê rakin. Ji aliyê din ve, arman ew e, ku civîn hewl bide, ku li çareseriyên ji bo pirsgirêka Kurdên Binxetê bigerin û bala raya giştî bikşîne li ser vê mijarê.

----------------------------------------------
Diyaloga Kurd bi Kurd re - Foruma Kurdan

Guhertinên li Rojhilata Navîn j bo Kurdên Sûriyê şansek e?

Dem: 08.11.2003, ji demjimêr 9.45 ta 18.00
Cih: Stadthalle Bad Godesberg, Koblenzer Str. 80, 53177 Bonn
----------------------------------------------

Programa civînê

9.45 - Hatina beşdaran, çay û qehwe

10.00 - Vekirin, silavkirin û pêşgotina civînê
Metin Incesu (serokê NAVEND) û Ednan Hassan (endamê Komîteya Birêvebir)

10.15 - Rewşa rojane ya Kurdan û perspektîvên reforman li Sûriyê
Dr. Ebdilmecîd Şêxo (Immendîngen) û Mihemed Mele Ehmed (Dortmund)
Gotûbêj

11. 30 - Riyên ber bi dewleteke demokrat û hiqûqî ve û çareserkirina pirsgirêka kurdî li Sûriyê - Çareseriyên muhtemel û pêşniyar ji bo Sûriya paşerojê
Dr. Ebdulbasit Seyda (Uppsala/swêd) û Dr. Ibrahîm Mehmûd (Bonn)
Gotûbêj (birêvebir: Ferhad Ehmê, Hannover)

12.30 - Firavîn

13.30 - Gotûbêj: Axaftinên partiyên Kurdan, pirsa kurdî li Sûriyê û perspektîvên çareseriyê - şirove û di paşerojê de xebata hevbeş
Gotûbêj (birêvebir: Prof. Dr. Ferhad Ibrahîm, Berlîn)

17.00 - Prensîbên bingehîn û portreya koalîsyonekê ji bo Sîryayeke demokrat
Gotûbêj

17.30 - Beyannameya civînê
Gotûbêj (birêvebir: Metin Incesu und Sîrwan Hecî Berko)

18.00 Uhr Dawiya civînê û xatirxwestin



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]