 |
 |
31.07.2003 - 20:52
Parêzerên parêzgeha
Hisiça li Sûryayê doza serbestberdana parêzerê
kurd dikin
QAMIŞLO (amude.com) - Di nameyekê de ji bo
serokê Sendîqa Parêzeran li Sûryayê de, 116
parêzerên ji parêzgeha Hisiçayê doza serbestberdana
parêzerê kurd Mihemed Mistefa Ehmed dikin.
Di nameya xwe de, ya ku ji malpera Amûdê re hate şandin,
parêzer eşkere dikin, ku girtina hevkarê wan
Mihemed Mistefa Ehmed di roja 25.06.2003an de
li Şamê li dij mafên di destûra Sûryayê
de bû. Ew ji serokê sendîqaê dixwazin, ku
bêtir li ser serbestberdana Ehmed bixebite, û derfetê bide
dadgehê, ku li ser mesela girtina wî bixebite.
Hêjayî gotinê ye, ku parêzer Mihemed Mistefa Ehmed
yek ji 9 girtiyên xwepêşandana zarokên kurd e, ya
ku di 25ê meha borî de li Şamê pêk hat.
>>
Nameya parêzeran bi zimanê erebî
|
 |
 |