13.11.2002
Nameyek sipasiyê ji nivîskar û rojnamevanê kurd
Ibrahîm El-Yûsif
Konê Reş - Qamişlo

Ibrahîm El-Yûsif

Mele Ebdulwehabê Şêx Ibrahîm
|
QAMIŞLO (amude.com) -
Nivîskar û rojnamevanê kurd Ibrahîm El-Yûsif
di nameyekê de ku ji Malpera Amûdê re şand,
sipasiya hemû kesan dike yên ko piştî
koçkirina bavê wî, Melle Ebdulwehabê Şêx Ibrahîm,
serxweşiya wî kirin.
Fermo nameya Ibrahîm El-yûsif bixwîne:
" Birayên hêja û delal,
silav û rêz !
Ji tev kesên ku serxweşî ji min re hinartin ji hundirê Sûriyê, Ewropa û Kurdistana Iraqê
- çi bi rêka telefon û faksê, çi jî bi rêka emailan û çi bi hatina şûna bavê
min Melle Ebdulwehabê Şêx Ibrahîm, bi dilovaniya Xwedê şad bibe -
ez sipasiya we dikim. Hûn bimînin di xêr û xweşiyê de û sipasiyên taybetî ji nivîskar û helbestvan û rêxistinên kurdî û tev welatiyên Cezîrê bi tev netewên xwe re.
Bêguman koçkirina bav valabûneke mezin û ne normal li bal mirov dihêle. Lê bi saya dost, heval û hogiran ew valabûn hat dagirtin.
Erê, em tev bi hêvî ne ku Xwedê we dûrî rojên teng û diltezîn bike, û careke din ez sipasiyên xwe ji we re pîşkêş dikim.
Ibrahîm El-yûsif
Qamişlo, 12-11-2002"
|
|