 |
 |
27.11.2003 - 21:20
'Mezopotamya TV' weşana xwe zêde dike
BRÛKSEL (amude.com) - Kenala kurdî ya ezmanî 'Mezopotamya TV'
dê ji 01.12.2003ê û pê ve demjimêrên weşana
xwe zêde bike. 'Mezopotamya TV' dê ji bilî weşana xwe
ya berî nîro, her êvar 3 demjimêran programên bi zimanê
kurdî pêşkêş bike.
Li gorî agahiyên kenala 'Mezopotamya TV' bo Malpera Amûdê, ew
dê ji 01.12.2003ê û pê ve her êvar ji demjimêr
17.00 ta 20.00 (dema navenda Ewropa) weşana xwe bike. Weşana wê ya berî
nîro jî ji demjimêr 06.30 ta 10.30 berdewam e.
'Mezopotamya TV' dê ferekvensên xwe jî biguherîne
û li ser heman xeta ku her sê televizyonên kurdî (Medya TV,
Kurdistan TV û Kurdsat) derkeve.
'Mezopotamya TV' bi şêweyekî fermî di 17.06.2000î de
dest bi weşana xwe kir. Programên wê çandî ne û
tenê bi zimanê kurdî û hemû zaravan weşanê dike.
'MEZOPOTAMYA TV' (DIGITAL):
- Hotbird.13° East.
- Frequency(FR): 12.476 MHz.
- Polarization: Horizontal.
- Symbol Rate(SR): 27500.
|
 |
 |