 |
 |
01.09.2003 - 21:19
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê piştgiriya
nivîskar û hunermendên kurd dike
Mihemed Hemo - SILÊMANÎ (amude.com) - Di 30.09.2002an de,
Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê bi biryara 180
daxwaza piştgiriya nivîskar û hunermendan kir. Di roja 18.03.2003an
de jî bi nivîsara Civata Wezîran 1473 ew biryar hate bi cih anîn. Li gor vê biryarê,
her nivîskarek an hunermendekî, ku 25 salan xizmet kiribe, mûçeyek
(mehaşek) 750 Dînar di mehê de jê re tê terxandin, û
ji bo wan ên ku bêtirî 25 salan xizmet kiribin
salê 50 Dînar li mûçeya destkewtiya zêde dibe, ta dibe 1750 Dînar.
Ji bo vê yekê, û bi serokatiya Wezîrê Rewşenbîrî Fetah Zaxoyî sindoqeke bi serperestiya komîteyekê hate danîn. Ji vo vê sindoqa taybet ji bo piştgiriya nivîskar û hunermendan, dê her sal 2 milyon Dînar (500 hezar Dollar) bêne terxandin. Herweha her sal di Newrozê de, dê 5 nivîskar û hunermend di merasîmeke taybetî de bi xelatine giranbûha ji vê sindoqê bêne xelat kirin.
Ta niha dora 86 nivîskar û 88 hunermend dê her meh mûçeya xwe ji sindoqa jorîn werbigrin. Piştî wefata wan, malbata wan dê van pereyan werbigrin.
Li aliyekî din, li gor biryareke din her hunermendek an nivîskarek, ku 10 sal xizmet kiribin û çûbin ser dilovaniya xwe, dê her meh 500 Dînar bigihên malbata wî.
Li vê dawiyê, Wezîrê Rewşenbîrî biryar da, ku hunermend û nivîskarên Kerkûkê û deverên rizgarkirî jî dikarin sûdê ji biryarên jorîn bigrin. Ev bû sedema ku gelek nivîskar û hunermendên ji wan deveran daxwazên xwe pêşkêşî komîteya alîkariyê dikin.
|
 |
 |