 |
 |
24.07.2003 - 23:05
Xwendekarek kurd li Şamê hate girtin
ŞAM (amude.com) - Sekretêrê Partiya Yekîtiya
Kurd li Sûryayê Ebdilbaqî Yûsiv ragihand, ku
li Şamê xwendekarek kurd bi navê Mesûd Hamid
ji aliyê hêzên sûrî yên siyasî
ve hate girtin dema ku ezmûneke xwe li zanîngehê
pêşkêş dikir.
Yûsiv di daxuyaniya xwe de ragihand, ku xwendekar Hamid, ê ku
beşê rojnamegeriyê li zanîngeha Şamê dixwîne,
ezmûneke xwe di odeyeke zanîngehê de pêşkêş dikir
dema ku hêzên siyasî hatin û ew li wê derê girtin.
Hêjayî gotinê ye, ku îsal gelek xwendekarên kurd
li zanîngehên Sûryayê hatine girtin.
|
 |
 |