 |
 |
25.06.2003 - 16:28 (14:50)
Hêzên Sûryayê xwepêşandana zarokên kurd
bi lêdan û girtinan hembêz kirin
ŞAM/HANNOVER (Radyo Flora/amude.com) - Li Şamê, hêzên sûrî ketin
rêya xwepêşandana zarokên kurd û ew bi lêdan û
tehdîdan bi dawî anî. Zarok negihan avahiya UNECEF û ti kesî
rapora wan ji dest wan negirt. Heft kes hatin bin çav kirin.
Di hevpeyvîneke bi beşê kurdî ya Radyo Flora li bajarê Hannoverê,
sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryayê Ebdilbaqî Yûsif
ragihand, ku xwepêşandan dora demjimêr 10.45 dest pê kir.
Wî diyar kir, ku hejmara xwepêşandanan dora 300 kesî
300 hebû, ji wan 200 zarok. Yûsif ragihand, ku hijmara kesên polîs û hêzên
tenahiya sûrî 2-3 caran ji ya xwepêşandanan bêtir bû. "Berî ku
em bigihên pêşiya avahiya UNICEF bi 150 mitrî,
hêzên sûrî ketin pêşiya me û dest bi lêdanan kirin", wiha
Yûsif ji radyoyê re got. Wî zêde kir û got, ku
polîsan li zarok û mezinan xistin û ew tehdîd kirin. Herweha
7 kes hatin binçav kirin.
Di hevpeyvîneke de bi Koçka Qamişlo re di Paltalkê de,
Ebdilbaqî Yûsif navê girtina eşkere kir, û ew jî ev in:
Parêzer Mihemed
Mistefa, Şerîf Remedan, Xalid Mihemed, Amer Mûrad, Salar Saleh.
Herweha wî diyar kir, ku 3 kesên girtî hatin berdan. Lê wî
nikarîbû bêje ev kes kî ne.
Li gor agahiyên Kurdishmedia.com, dema ku polîs ketin pêşiya
xwepêşandanê, zarokên kurd li cihê xwe rûniştin
û dest bi stranan kirin.
Di xwepêşandanê de, zarokên kurd lafîteyên bi
daxwazên xwe bilind kiribûn, û ew jî ev bûn:
1. Xwendin û perwerdekirina bi zimanê dayikê
2. Qebûlkirina nasnameya kurdî
3. Hilanîna Embargoya li ser herêma Kurdan
4. Wekheviya hemû zarokên li Sûryayê
Hêjayî gotinê ye, ku ev xwepêşandan ji bo
roja zarok a cîhanî hatibû li dar xistin. Ew
ji aliyê
çar partiyên kurdî hatibû amade kirin, û ew jî ev in:
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryayê,
Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurd li Sûryayê (Yekîtî),
Partiya Hevgirtina Gel a Kurdî li Sûryayê û Partiya Çep
ak Kurdî li Sûryayê.
|
 |
 |