 |
 |
24.06.2003 - 22:25
Rêjîma Sûryayê ji zarokên Kurdan ditirse û Kurdan
dîsa li hev nekirin
ŞAM (amude.com) - Piştî belavkirina nûçeya
xwepêşandana zarokên Kurdan sibe li Şama paytext, rêjîma
Sûryayê hewl dide, ku rê li pêşiya wan bigre,
da ku nikaribin xwe bighînin berpirsên UNICEFê û
rapora xwe bi dest wan xînin. Li aliyekî din, partiyên kurdî
vê carê jî li hev nekirin û dengê xwe kirin du deng.
Sekretêrê Partiya Yekîtî ya
Kurdî li Sûryayê Ebdilbaqî Yûsif ragihand
malpera Amûdê, ku rêjîma sûrî di vê rojê de
ahengek amade kiriye û hemû berpirsên rêxistina UNICEF
li Şamê dawetî vê ahengê kirine. Lê, partiyên kurdî
xwe gihandine UNICEF û wan agahdarî xwepêşandanê
kirine, û ji wan xwestine, ku amade bin, da ku zarokên kurd
bikaribin rapora li ser rewşa xwe bi dest wan xînin.
Yûsif herweha ragihand, ku Hevbendiya Demoqrat a Kurdî li Sûryayê
(ji 4 partiyên kurdî pêk tê) xwe ji beşdarbûna
meşa zarokan sibe li Şamê kişand. "Hevbendî nexwest, ku
em di xwepêşandanê de lafîteyan bilind bikin. Ji ber vê yekê
ew beşdar nabin", wiha Yûsif ji amude.com re. Tevlî vê biryarê,
Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurd li Sûryayê, ku yek ji partiyên
Hevbendiyê ye, dê beşdarî vê çalakiyê bibe.
|
 |
 |