www.amude.com - navenda çanda kurdî


24.06.2003 - 01:15

Zarokên kurd sibe li Şamê li pêşiya avahiya UNICEF protestoyê dikin

QAMIŞLO/STOCKHOLM (amude.com) - Sibe, di roja zarok a cîhanî de, zarokên Kurdên Binxetê dê ligel dê û bavên xwe li pêşiya avahiya UNICEF li Şama paytext xwepêşandaneke aştiyane li dar xînin. Xwepêşandan demjimêr 11.00 dest pê dike.

Li gor agahiyên, ku ji welat gihan malpera Amûdê, Partiya Yekîtî ya Kurd, Hevbendiya Demoqrata Kurdî li Sûryayê (4 partî) û Partiya Hevgirtina Gel a Kurdî dê bi hevre vê çalakiyê amade bikin.
Ew dê dokumentekê li ser rewşa zaroka kurd di herêmên kurdî de bi taybetî, û li Sûryayê bi giştî, bigihînin rêxistina UNICEF. Di vê dokumentê de, ew dê herweha li ser rewşa Kurdên, ku nasnameya sûrî ji wan hatiye standin, rawestin. Ji bilî vê yekê, ew dê doza mafê perwerdekirina bi zimanê zikmakî bikin. Li aliyekî din, ew dê di dokumentê de behsa rewşa Kurdan a aborî di herêmên wan de bikin, û UNICEF agahdarî nelêmiqatebûna rêjîmê li herêmên Kurdan di warê aborî de bikin.

Li aliyekî din, rêxistina Ewropayê ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûryayê di daxuyaniyekê de, ku îro ji malpera Amûdê re hate şandin, bangî hemî rêxistinên parastina demoqrasiyê û mafên mirovan dike, ku piştgiriya gelê kurd di vê çalakiyê de bike, da ku trajîdeya, ku zaroka kurd li Sûryayê azerê jê dikş,îne, bi dawî bê.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]