www.amude.com - navenda çanda kurdî


19.06.2003 - 16:51

Zarokên kurd dixwazin li Şamê dengê xwe bigihînin rêjîma sûrî û partiyên kurdî hîn nizanin beşdar bibin an na

SHB - DORTMUND (amude.com) - Zarokên kurd ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê û Sûryayê, dê di roja cîhanî ya zarokan de (25.06), li Şama paytext xwepêşandanekê li dar xînin û tê de doza mafên xwe wek zarokên kurd ji rêjîma Sûryayê bikin.

Nûnerekî Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryayê ragihand malpera Amûdê, ku ew niha amadekariya vê çalakiyê dikin. Li aliyekî din, endamekî Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûryayê (Yekîtî) ragihand, ku partiya wan jî biryara beşdarbûna vê çalakiyê standine û ew niha li hêviya biryara beşdarbûn an nebeşdarbûna partiyên din ên di Hevbendiya Demoqrat a Kurdî li Sûryayê de ne. Herweha wî eşkere kir, ku beşdarbûna "Yekîtî" ne bi erêkirina Hevbendî ve girêdayî ye.

Ta niha, hîn ne diyar e, kîjan partî dê ji bilî herdu partiyên jorîn beşdarî vê çalakiyê bibin û kîjan na.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]