www.amude.com - navenda çanda kurdî


26.06.2003 - 09:32

Partiyên kurd piştgiriya daxwazên zarokên kurd dikin

ŞAM (amude.com) - Partiyên kurd, ên ku xwepêşandana zarokên kurdi li Şamê organîse kiribûn, di daxuyaniyekê de piştgiriya daxwazên zarokan dikin û ji UNICEF dixwaze, ku xwedî li wan daxwazan derkeve. Herweha ew ji rêjîma Sûryayê dixwazin, ku girtiyan bi lez berde.

Nivîskar Qado Şêrîn ev daxuyanî ji zimanê erebî wergerandiye kurdiyê û em wê li vê derê diweşînin:

Daxuyanî

Bi helkeftina Roja Zarokên Cîhanî, ya ku her sal di 25/06/2003an li dar dikeve, dora 200 zarokên kurd di kolana Mezê re bi cilên xwe yên folklorî mîna gulên, ku di destên xwe de hilgirtibûn, berê xwe dane avahiya rêxistina UNICEF. Bi dehan ji wan ji nasnameya xwe ya sûrî bê par in. Ew ji gelek herêmên kurd gihabûn hev, da ku li ber dergehê UNICEF kom bibin û pîrozbahiya xwe bi navê zarokên kurd li Sûryayê bigihînin zarokên tevaya cîhanê û ji wan re zaroktiyeke şa, bê serêş û paşerojeke xweş bixwazin, û derd û êşên xwe û miletê xwe, yên ku ji ber siyaseta nijadperest di derheqê wan de pêk tên, bigihînin zarokêk cîhanî. Di nameyê de û li ser durişmên, ku bilind kiribûn, ev xal hatibûn bi navê sed hazar zarokên kurd li Sûryayê nivîsandin:

1. Em perwerdekirina bi zimanê zikmakî û parastina taybetmendiya netewî dixwazin.
2. Em vegerandina nasnameyan li Kurdên, ku nasname ji wan hate kişandin, dixwazin.
3. Zaroktiyeke şa, bêyê cudakirin û zordarî.

Dema ku zarokan hewl dan, ku name û gurzeke gulan a mezin pêşkêşî zarokên cîhanî bikin, hêzên rijîma Sûryayê li hemberî wan derketin û nehiştin, ku zarok bigihên ber dergehê rêxistina UNICEF. Wan polîsan xelekek li dora zarokan çêkirin û nehiştin bi pêş de herin, û li dê û bavên zarokan dan. Vê yekê hişt, ku zarok bi paş de vegerin, lê wê xelekê nehişt. Hêzên Sûryayê ne tenê ev yek kirin, belê hin ji xwediyên zarokan girtine û kesek tiştekî li ser wan nizane.

Em, partiyên ku me li bin imze kiriye, bi xurtî piştgiriya daxwazên zarokan dikin, û hêviyê ji rêxistina UNICEF dikin, ku li van daxwazan xwedî derkeve û wan bighîne aliyên berpirsyar li gor soz û peymanên navnetewî, yên ku mafên zarokan diparêzin.

Hêjayî gotinê ye, ku Sûryayê li ser wan soz û peymanan imze kiriye û ji ber vê yekê bêyê cudakirinê jê tête xwestin, ku wan pêk bîne. Û em ji desthilatên Sûryayê dixwazin, ku girtiyan bi lez azad bikin.

Partiya Çep a Kurd li Sûryayê
Partiya Yekîtî a Kurd li Sûryayê
Partiya Hevgirtina Gel li Sûryayê
Partiya Yekîtî ya Demuqrat a Kurd li Sûryayê (Yekîtî)


25/06/2003



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]