 |
 |
27.06.2003 - 19:49
Rêxistina Mafên Mirov li Sûryayê doza parastina
mafê xwepêşandanan dike
ŞAM (amude.com) - Rêxistina Mafên Mirov li Sûryayê
ji rêjîma Sûryayê doza parastina
mafê xwepêşandanan li Sûryayê weke nîşana
protestoyê kir.
Di daxuyaniyekê de, ku doh li Şamê derket,
Rêxistina Mafên Mirov li Sûryayê doza çareserkirina
pirsa kurdî li Sûryayê kir. Herweha wê ji rêjîmê xwest, ku
ew hemû mafan bidin Kurdan, ku bikaribin weke welatiyên Sûryayê
yên din bijîn.
Derbarî girtiyên xwepêşandana zarokên kurd li Şamê,
rêxistinê ji rêjîmê xwest, ku bilez û yekser wan
8 girtiyên kurd ji binçavkirinê rizgar bike.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, rêxistinê piştrast kir, ku li gor destûra Sûryayê
mafê her kesî li Sûryayê heye, ku bi rêyeke aştiyane
protestoyê bike. Herweha wê bangî rêjîmê kir, ku
problêmên welatiyan bêyî pêkanîna zoriyê
çareser bike.
|
 |
 |