www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

26.01.2003 - 23:41

Kurd li pêşiya perlemana Ewropayê protesto dikin

BERLÎN/BRÛKSEL (amude.com)- Rêxistinên Ewropayê yên partiyên kurd li Sûriyê çarşema 29ê vê mehê, li Brûkselê li pêşiya perlemana Ewropayê xwepêşandanekê aştiyane li dar dixînin. Ew bi vê yekê dixwazin dijî rêcîma Sûriyê û siyaseta wê li hemberî Kurdan protesto bikin.

Di daxuyaniya partiyên kurd ên li Sûriyê de bo vê çalakiyê hatiye nivîsandin ku "ev rêveçûna li pênawî wê yekê tête lidarxistin ku Yekîtiya Ewropayê pest û xwetêkiliyê li ba desthilata Sûriyê bike, da ku ew dev ji siyaseta çewsandina plankirî ya ku li dijî gelê kurd li Sûriyê bi rê ve dibe, berde û hemû girtiyên siyasî, di nav wan de jî xebatkarên gelê kurd, berde û çareyeke aştiyane û dadmend ji doza netewî-demokratî ya gelê kurd li Sûriyê re bibîne."

Cihê xwepêşandanê:
Rond–point Schuman
1000 BRÛKSEL
Belcîka

DEM:
11.30-13.30
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]