 |
 |
11.10.2003 - 20:45
Kurdên Swêdê derketin pêşiya balyozxaneya Sûryayê li Stockholm
 (wêne: kerkuk-kurdistan.com)
 Komîteya Kurdan li pêşiya
balyozxaneya Sûryayê li Stockholmê (wêne: kerkuk-kurdistan.com)
|
STOCKHOLM (amude.com) - Îro li paytexta Swêdê Stockholm,
dora 400 Kurdên Swêdê li pêşiya
balyozxaneya Sûryayê xwepêşandanek li dar xistin
û rêjîma Sûryayê protesto kirin. Balyozxaneyê
deriyên xwe girtibûn û pêşwaziya komîteya
Kurdan ne kir.
Kurdên ji Başûrê-Rojava û Bakurê
Kurdistanê li gel çend Kurdên Başûr û
Rojhilat li pêşiya balyozxaneya sûrî
bi dûrişm û gotinên xwe rêjîma
Sûryayê ji bo siyaseta wê ya
li dij gelê kurd rûreş kirin.
Partiya Çep û partiya Gel ên swêdî
jî amade bûn û bi gotinên xwe piştgiriya
daxwazên Kurdan kirin.
Ji bilî rêxistinên Swêdê yên
tevgera kurdî li Sûryayê, Federasyona
Komeleyên Kurd li Swêdê jî beşdarî
vê çalakiyê bûn.
Dûrişmên ku hatin bilind kirin jî ev bûn:
• Naskirina hebûna gelê kurd li Kurdisatna Sûryayê û pejirandina mafên wî
yên demokratî
• Vegerandina hemwelatiya Kurdan li herêma Cizîrê
• Rakirina "Kembera Erebî" û nehiştina erebkirina Kurdan
• Azadkirina hemû girtiyên siyasiyên kurd di zindanên Sûryayê de
Komîteyeke ji Kurdan xwestin ku nameyekê bi daxwazên
xwe ragihînin berpirsên balyozxaneyê, lê wan
deriyên xwe girtibûn û ne xwestin pêşwaziya
ti kesî bikin. Ji ber vê yekê komîte mecbûr
ma ku nameya xwe bixe posteya balyozxaneyê.
|
 |
 |