 |
 |
09.10.2003 - 14:30
Kurdên Swêdê dixwazin siyaseta Sûryayê
riswa bikin
STOCKHOLM (amude.com) - Piştî ku li seranserî Ewropa
çalakiyên protestoyê li dij rêjîma
Sûryayê pêk hatin, Kurdên Swêdê jî
dixwazin bigihên hev û bi hevre li dij siyaseta
Sûryayê xwepêşandanekê pêk bînin.
Çalakiya wan şemiya bê li dar dikeve.
Partî û rêxistinên amadekar agahdariyek
derbarî vê çalakiyê amade kirine. Em wê
li vê derê diweşînin:
AGEHDARÎ
Îsal 41 sal derbas dibin, ku hemwelatiya 250 hezar Kurd li Kurdistana
Sûriyê ji wan hatiye standin û ji hemû mafên mirovayetî bêpar manin.
Bi vê helkeftina tracîdî, diyaspora kurd li Swêdê roja 11-10- 2003ê, katjimêr 11.00,
xwepêşandineke protestoyê hemberî balyozxaneya Sûriyê li Stockholmê pêk tîne.
Dirûşmên xwepênîşandinê ev in:
• Naskirina hebûna gelê kurd li Kurdisatna Sûriyê û pejirandina mafên wî
yên demokratî
• Vegerandina hemwelatiya Kurdan li herêma Cizîrê
• Rakirina ”Kembera Erebî” û nehiştina erebkirina Kurdan
• Azadkirina hemû girtiyên siyasî yên kurd di zindanên Sûriyê de
Em bangî hemû niştîmanwerên kurd dikin ku beşdarî vê çalakiyê bibin û vê
siyseta nijadperest riswa bikin.
Amadekar:
Tevgera Siyasî ya Kurd li Sûriyê - Komîteye Swêdê
Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Swêdê- FKKS
Komîteya Hevakariya Rêxistinên Kurdistanî li Swêdê
Instyatîva Kurd li Swêdê
Cih: Metro - Karlaplan Alle (Närvavägen) - Stockholm
Kat: 11 Oktober 2003, 11:00-13:00
|
 |
 |