www.amude.com - navenda çanda kurdî


07.10.2003 - 10:33

Kurdên Nerwic û Swêdê jî dixwazin rêjîma Sûryayê rûreş bikin

OSLO/STOCKHOLM (amude.com) - Kurdên Nerwic û Swêdê jî dixwazin li Oslo û Stockholm çalakiyên protestoyê li dij hikûmeta Sûryayê pêk bînin. Sibe li Oslo û şemiyê li Stockholmê dê xwepêşandan li dar kevin.

Sibe li paytexta Nerwicê Oslo, Hevkariya Partiyên Kurdistanî li Nerwicê dê civîneke protestoyê li pêşiya perlemana nerwicî li dar xîne. Berpirsên Hevkarî dê dokumentekê li ser rewşa Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê bigihîne serokatiya perlemanê. Herweha ew dê doza roleke aktîv a Nerwicê derbarî çareserkirina pirsgirêkên Kurdan li Sûryayê bikin. Çalakiya protestoyê demjimêr 14.00 dest pê dike.

Roja şemiya 11ê vê mehê, rêxistinên Swêdê yên partiyên kurdî li Sûryayê dê bi hevkariya rêxistin û partiyên kurdistanî rêjîma Sûryayê û siyaseta wê ya li dijî Kurdan protesto bike. Xwepêşandana wan dê ji demjimêr 11-13 li Karlaplan Alle (Närvavägen) li Stockholma paytext pêk were.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]