 |
 |
05.10.2003 - 12:32
Serokwezîrê Sûryayê pêşwaziya Kurdan kir
û soza çareserkirina pirsgirêkên wan da
ŞAM (amude.com) - Serokwezîrê Sûryayê
Mihemed Nacî El-eterî îro pêşwaziya
komîteyeke ji Kurdan kir û soz da wan
ku ew ê nêzîk li ser daxwaz û pirsgirêkên wan
raweste. Herweha endamekî Perlemana Sûryayê bi navê
Ebdulrehman Hemrûş hevdîtin bi Kurdan re pêk anî
û soz da wan, ku ew dê bihêle ku di civîna
perlemanê ya bê de daxwazên Kurdan bikevin rojeva
perlemanê de. Dora 150 Kurdên Binxetê îro li pêşiya
avahiya Serokatiya Wezîran li dij projeya 'Serjimartina Awarte'
protesto kirin. Ev çalakî bi şêweyeke xweşik
û bê ti problêm derbas bû.
Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûryayê
Ebdilbaqî Yûsif û yê Partiya Demoqrat a
Pêşverû Ezîz Dawê ragihandin MALPERA AMÛDÊ,
ku îro ji demjimêr 11-12 (li gorî dema Sûryayê)
dora 150 Kurdên Binxetê, ku piraniya wan ji Kurdên 'biyanî'
bûn, li pêşiya avahiya Serokatiya
Wezîran li dij projeya 'Serjimartina Awarte' protesto kirin.
6 partiyên kurdî li Sûryayê ev çalakî amade
kiribûn. Doh, çar partiyên kurdî yên di
Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûryayê de, di daxuyaniyekê de
beşdarbûna xwe di vê çalakiyê de rawestandin.
Piştî hevdîtineke bi berpirsiyarên siyasî
û ewlekarî li Parêzgeha Hisiçayê, wan
daxuyand, ku berpirsiyaran ji wan xwestiye ku vê çalakiyê
li dar ne xînin û soz dane wan, ku ew dê li ser daxwazên
wan rawestin. Tenê Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd
li Sûryayê, ku ew partiya 5an e di Hevbendî de, ev yek ne pejirand
û bi partiyên din re beşdarî çalakiya îro
bûn.
Ebdilbaqî Yûsif û Ezîzê Dawê biryara
her çar partiyan rexne kirin. Herduyan nerazîbûna xwe li hemberî
wê biryarê diyar kirin û eşkere kirin
ku ev tiştekî ne baş bû ji aliyê wan partiyan ve.
Herweha wan diyar kir, ku ew partiyên ku xwe ji vê çalakiyê
kişandin, şertên pêkanîna çalakiyeke
bêdeng û bi hejmareke ne bêtirî 200 kesan
û bêyî hildana dirûşman danîbûn û
ji aliyê partiyên din ve hatibû pejirandin. Ji ber vê yekê
Yûsif û Dawê biryara nebeşdarbûna wan
partiyan rexne kirin.
Partiyên ku beşdar ne bûn ev in:
Partiya Demoqrat a Kurdî li Sûryayê,
Partiya Çep a Kurdî li Sûryayê,
Partiya Demoqrat a Kurdî li Sûryayê (Elpartî)
û Partiya Pêşverû ya Kurdî li Sûryayê.
|
 |
 |