www.amude.com - navenda çanda kurdî


29.09.2003 - 12:23

'Hevbendiya Demoqrata Kurdî li Sûryayê protestoyeke bêdeng dixwaze'

DORTMUND (amude.com) - Partiyên kurdî li Sûryayê ta niha li ser şêweyê çalakiya protestoyê di 05.10an de li Şamê li hev nekirine. Berpirsê rêxistina Belcîkayê ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryayê Zîwer Umer ragihand, ku Hevbendiya Demoqrata Kurdî li Sûryayê xwepêşandaneke protestoyê ya bêdeng, bêyî hildana dirûşman û bi hejmarake ji kesan, ku ne bêtirî 150î bin, dixwaze. Lê partiyên din vê yekê napejirînin.

Doh, di semînareke Koçka Qamişlo ya Paltalkê de, Zîwer Umer ragihand, ku partiya wî, Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûryayê û Eniya Demoqrata Kurd li Sûryayê şertên Hevbendiyê napejirînin û dê bi serê xwe bi xwepêşandanê rabin, ger Hevbendî dev ji şertên jorîn bernede. Wî berdewam kir û got, ku îro civîneke partiyan pêk tê û tê de dê diyar bibe ka bi kîjan rengî dê çalakiya protestoyê pêk were.

Ev demek dirêj e, ku partiyên kurdî li Sûryayê behsa xwepêşandanekê li Şamê dikin. Di 05.10an de, 41 sal li ser projeya "Serjimartina Awarte" derbas dibin. Berî 41 salan, rêjîma sûrî nasnameya Sûryayê ji 150.000 Kurdî li parêzgeha Hisiçayê stand û ew kirin mirovin biyanî li welatê wan.
Herweha îsal salvegera 30î ye ya projeya "Kembera Erebî" ye. Ev proje bû sedema erebkirina herêm û navên gund û bajarên Kurd li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê.

Partiyên kurdî li Sûryayê tucar li dij rêjîma sûrî nebûne yek rêz. Di nav wan de, hin partî hene ku dixwazin di guftûgoyekê de bi rêjîmê re çareseriyekê ji problêmên Kurdan re bibînin. Hin ên din jî vê yekê napejirînin û dibêjin ku rêjîma sûrî ji bo guhertinan ne amade ye.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]