25.12.2002 - 01:17
Hesen Salih û Merwan Osman di zindana "Adra" de ne
Merwan Osman
|
STOCKHOLM (amude.com) - Rêxistina
Ewropayê ya "Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê"
ragihand Malpera Amûdê ku herdu girtiyên kurd li Sûriyê,
Hesen Salih (60 salî) û Merwan Osman (40 salî),
niha di zindana "ADRA" li Şama paytext de ne. Ta niha tikesî nikarîbû
bi wan re têkeve têkiliyê.
Di faksekê de ku ji Malpera Amûdê re hate şandin, rêxistina
Ewropayê ya "Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê" daxuyanî
dike ku herdu endamên wê yên ku roja 15.12.2002an ji aliyê
polîsên Sûriyê ve li Şamê hatibûn girtin,
niha di zindana "ADRA" de ne, bêyî ku kesek zanibe ew di
çi rewşeyê de ne. Hêjayî gotinê ye ku
li ser girtiyên zindana "ADRA" "rewşa awarte"
bi kar tê. Kesên ku "rewşa awarte" li ser wan tête
bikaranîn, dikarin bêyî ku bikaribin biçin dadgehê,
bêne zindan kirin û işkence kirin.
|
|