www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

04.02.2003 - 19:30

Li Şamê parêzerên girtiyên kurd rapora xwe pêşkêşî dadgehê kirin

Hesen Salih
ŞAM (amude.com) - Do li paytexta Sûriyê Şamê rûniştina 3an a dadgehkirina siyasetmedarên kurd Merwan Osman û Hesen Salih li pêşiya dadgeha leşkerî li Şamê pêk hat. Heyşt parêzerên kurd û ereb amade bûn û di rapora xwe ya ku ji heyşt rûpelan pêk dihat, bi berfirehî li ser siyaseta ku dijî Kurdan ji dema damezirandina komara Sûriyê ta niha pêk tê, rawestiyan.

Li gor agahiyên Kurdishmedia.com, projeya "zinara erebî" (kembera erebî) ya ku sala 1962an li herêma Kurdan li Cezîrê ji aliyê hikumeta Sûriyê ve hate pêkanîn, nuqteya herî mezin û giring di rapora parêzeran de bû. Di vê projeyê de, rêcîma Sûriyê bi hezaran Ereb ji parêzgehên dî anîn û li dora herêma Kurdan Cizîrê zinareke erebi çêkirin. Ev siyaset ta roja îro berdewam e. Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku derfet ji Kurdan re nemîne ku jiyana xwe li cihê bav û kalan berdewam bikin û bi vê yekê jî nikaribin çand û folkra xwe biparêzin.

Prêzerên herdu siyasetmedaran berdewam kirin û gotin ku wan herduan mafê xwe yê xwepêşandana aştiyane pêk anîn û daxwaza çareserek dadmend bo pirsa kurdî li Sûriyê kirin. Bêtirî 30 Ereb û Kurd amade bûn ên ku piştgiriya Hesen Salih û Merwan Osman kirin. Destên van herduyan di kelepçeyan de bûn.

Dadgehkirina Osman û Salih roja 10.2.2003an berdewam dibe.

Li aliyekî din, ti agahî li ser endamê Yekîtî yê din Ferhat Ebdilrehman Elî yê ku roja 28.12.2002an li Libnanê li ser daxwaza Sûriyê ji aliyê hêzên libnanî ve hatibûn binçav kirin, tune ne. Malbata wî ya ku li Efrînê dijî, hatibû Şamê û hewl da ku wî bibînin, lê hemû derî ji wan re girtîbûn.


- Nûçe bi ingilîzî di kurdishmedia.com de: http://www.kurdmedia.com/news.asp?id=3397
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]