www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

20.01.2003 - 17:15

Dadgehkirina siyasetmedarên kurd li Şamê berdewam dike

Merwan Osman
ŞAM (amude.com) - Rûniştina 2an a dadgehkirina herdu siyasetmedarên kurd Merwan Osman û Hesen Salih îro li pêşiya dadgeha leşkerî li Şamê pêk hat.

Li gor agahiyên Kurdishmedia.com, Merwan Osman bi berfirehî li ser siyaseta Sûriyê ya erebkirinê li Başûrê Rojavayî Kurdistanê û guhertina navên gund û bajaran axift. Herwiha wî behsa erdên Kurdan kir ên ku ji wan hatin stendin da ku têkevin bin destê Ereban ên ku ji aliyê rêcîma Sûriyê ve hatin anîn herêma Kurdan. Osman berdewam kir û got ku ev siyaseteke rasîst û eşkere bû ku ji 40 salan ve ji aliyê recîma Sûriyê ve dijî Kurdan hate kirin û hîn pêk tê. Berî van gotinan, Osman û hevalê wî Salih gotinên xwe di destnivîsekê de dan dadgehê.

Bêtirî 40 Kurdî li dadgehê amade bibûn li gel grûpek ji avokatên kurd û ereb. Lê dadgehê derfet neda avokatan ku bi Hesen Salih û Merwan Osman re biaxifin.

Dadgeha leşkerî herdu endamên komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê tawandî endametiya organîsiyonek qedexe dike.

Dadgehkirina Osman û Salih roja 01.02.2003an berdewam dibe.

Hêjayî gotinê ye ku Osman û Salih serperestiya xwepêşandana Kurdan a roja 10.12.2002an li ber dergehê perlemana Sûriyê li Şamê kiribûn û bi serokê wê re rûniştibûn.
Piştî wê, roja 15-12-2002an, ji bo hevdîtina ku wezîrê navxwe yê Sûriyê xwestibû, ew çûbûn Şamê û li wir hatin girtin û ta niha di zindana "Edra" de ne.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]