www.amude.com - navenda çanda kurdî


07.07.2003 - 16:48

Li Elmaniyayê Kurdekî dilxerab jina xwe kuşt

BIELEFELD (nw/amude.com) - şemiya borî, li bajarê elmanî Bielefeld, demjimêr 14.10, Kurdekî ji Başûrê Kurdistanê (44 salî) jina xwe ya 22salî bi pênc fîşekan li pêşiya çavên sedan ji xelkê li navenda bajêr kuşt. Mêrik piştî çend deqeyan ji aliyê polîsên elman ve hate girtin.


(wêne: NW)

(wêne: NW)

(wêne: NW)


Kuştin li bazara hefteyê pêk hat. Li gor agahiyên kesên amade, mêrê Kurd ji nêzîk ve pênc fîşek ji devanca xwe ya 7,65 mm avêtin jina xwe. Fîşek li serî û pişta jinê ketin.

Polîsên Bielefeldê ragihandin, ku navê mêrê kurd, ê ku mafê penaberiyê li Elmaniyayê wergirtibû, Rahou B. ye, û yê jina wî Wesîla S. e. zarokên Rahou û Wesîlayê tune ne.

Hêjayî gotinê ye, ku ev bûbû demek, ku Wesîla dev ji malê berdabû û li xaniyekî ji bo jinan dijiya. Mêrê wê li kuştinê mukor hat û got, ku wî kuştin plan nekiribû. Li ser sedema kuştinê Rahou ragihand, ku wî ji ber dilxerabbûnê jina xwe kuşt.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]