 |
 |
09.10.2003 - 22:14
Heskîf bi dengê kemana Dilşad Saîd sermest bû
 Dilşad Saîd |
ÊLIH (DÎHA/amude.com) - Yekemîn Mehrecana Çand û Hunerê ya Heskifê doh bi
resepsiyonekê, bi beşdariya kemanjen Dilşad Saîd û hunermenda baleyê Zeynep Tanbay bi
awayekî fermî dest pê kir. Şaredarê Êlihê Huseyîn Kalkan di resepsiyonê de axaftinek
kir û got ku dê hunermendê kurd ê navdar Ciwan Haco teqez beşdarî mehrecanê bibe.
Mehrecana Heskîfê, ku îsal cara yekem tê li dar xistin, sê rojan bi çalakiyên cur bi cur didome.
Doh, di çarçoveya mehrecanê de resepsiyonek hate li dar xistin û hunermend Dilşad Saîd û
Zeyneb Tanbay beşdar bûn. Gelek şaredarên DEHAP'î û nûnerên saziyên sîvîl di resepsiyonê
de amade bûn. Resepsiyona ku li Tesîsên Civakî yên Şaredariyê de pêk hat, ji hêla hunermendê
NÇM'ê Turan Yapiştiran ve hate pêşkêş kirin. Yapiştiran beşeke helbesta Amed Arîf bi kurdî xwend.
Şaredarê Êlihê di axaftina xwe ya vekirina resepsiyonê de da zanîn, ku dê hunermendê kurd
ê bi nav û deng Ciwan Haco jî beşdarî resepsiyonê bibe. Kalkan da zanîn ku konsera ku
dê li Heskîfê pêk bihata, dê li navenda Êlîhê pêk bê û Arîf Sag û Întî Îllîmanî jî beşdar bibin.
Dilşad Saîd sermest kir
Piştî axaftina Kalkan, kemanjenê navdar Dilşad Saîd derkete ser dikê û bi dengê kemana xwe
demên xweş bi beşdaran da jiyandin. Saîd li ser dikê hestên xwe anîn zimên û got ku ew bi hatina
Êlihê gelek kêfxweş bûye. Saîd got: "Tişteke gelek xweş e ku şaredariyeke DEHAP'î li bajarekî
wekî Êlihê ciwan mehrecanekê li dar dixe". Saîd stranên xwe yên ku jê têne hez kirin,
bi dengê kemanê pêşkêşî beşdaran kir. Mêvanên resepsiyonê ji bo Saîd li ser piyan li çepikan
dan û kêfxweşiya xwe nîşan dan. Piştî Saîd, hunermenda baleyê Zeynep Tanbay derket ser dikê.
Tanbay lîstika xwe ya bi navê 'Îskemle' pêşkêş kir. Resepsiyon bi coşeke mezin bi dawî bû.
|
 |
 |