www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

09.11.2002

NAMA EVÎNÊ - Kasêta hunermend Mehmûd Ezîz Şakir a nû

EMÎN DERDÎ - Heleb


Mehmûd Ezîz Şakir: NAMA EVÎNÊ
HELEB/Sûriyê (amude.com) - Li bajarę Helebę kasêteke nû ya hunermendê kurd Mehmûd Ezîz Şakir bi navê "NAMA EVÎNÊ" derket.

Di vê kasêtê de gurzek ji stranên hunermend Mehmûd Ezîz ên sala 1995an bi rengekî nûjen hatine tomar kirin. Ji bilî helbesta strana "DÎSA JI NÛ" (gotin: Mihemed Ehmedê Cizîrî), hemû stran ji helbest û awazên hunermend Mehmûd bi xwe ne.

"NAMA EVÎNÊ" li stûdyoya Helîm Can li Serê Kaniyê hatibû tomar kirin û ji alî Farah El-Şemaa li bajarê Helebê hate weşandin.

Di belavkirina muzîkê de Lezgîn Xalid û Helîm Can, û li ser instrûmenta bizqê Elî Şakir alîkariya hunermend Mehmûd Ezîz kirin.

Stranên rûyê yekemîn: Narę - Çi guneh min kir - Dîsa ji nű - Jaro dilo - Çima tu dilgiran î
Stranên rûyê diwemîn: Cîhan - Destar - Kerkűkę - Nama evînę - Cenga azadî - Berbű em hatin

Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]