www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

29.12.2002 - 18:19

Kurdên "Binxetê" di bernameyeke taybetî de

BRÛKSEL (amude.com) - Di bernameyeke taybetî de, kenala Medya TV dê roja îna 03.01.2003an, demjimêr 20.00, piştî nûçeyên tirkî, guftûgoyeke berfireh li ser pirsgirêka kurd li Başûrê Rojavayî Kurdistanê biweşîne. Bername dê li ser rewşa siyasî, çandî, aborî û civakî be li gel guftûgoya li ser rêyên çareserkirina pirsgirêka kurd li Sûriyê û li Kurdistanê.

Hêjayî gotinê ye ku ev yekemîn car e ku kenala Medya TV bernameyekê bi vî awayî li ser Başûrê Rojavayî Kurdistanê diweşîne. Ji destpêka weşana xwe ta roja îro, Medya TV xwe dûrî pirsgirêk û mijarên siyasî dibe yên ku bi Kurdên Sûriyê ve girêdayî ne. Herwiha ew guh nadin çalakî an gotinên rexneyî dijî hikumeta Sûriyê.

Çalakiya dawî ku Medya TV behsa wê nekir, xwepêşandana Kurdan li pêşiya perlemana Sûriyê bû ya ku di roja 10.12.2002an de pêk hat. Herwiha wê ti agahdarî li ser girtina herdu siyasetmedarên kurd Hesen Saleh û Merwan Osman neweşand ên ku roja 15ê vê mehê li Şamê hatin girtin û hîn di zindanê de ne bêyî ku ti kes zanibe ew di çi rewşê de ne.

Lê di vê yekê de Medya TV ne tenê ye. Herdu televizyonên kurdî yên dî jî, Kurdistan TV û Kurdsat, pêwîst nedîtin ku wan nûçeyan biweşînin.

Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]