 |
 |
13.09.2003 - 23:01
Li Sûryayê du Kurd hatin kuştin
QAMIŞLO (amude.com) - Berî du rojan, Ebdilmecîd Şêxo, birayê
hunermendên kurd Mihemed û Beha Şêxo, û
li gel wî Kurdekî din ji gundê Girbawî,
li Sûryayê hatin kuştin. kujerê wan
Kurdeke nas ji Qamişloyê ye. Ew îro hate girtin.
Li gor agahiyên ku gihan MALPERA AMÛDÊ,
Şêxo û hevalê xwe - herdu weke şûfêr
li ser baseke fîrmeya kurdî Dicle kar dikirin - ji bajarê
sûrî Himis vedigeriyan û berê wan ber bi bajarê
Helebê bû. Bi rê de, nasekî wan ji Qamişloyê
ew sekinadin, li basê siwar bû û bi wan re çû.
Berî ku bigihên Helebê, wî mêrî
Ebdilmecîd û hevalê wî kuştin.
Sedema kuştinê jî pere bûn. Herduyên kuştî
pereyên hin kesan bi xwe re rahiştibûn, da ku bigihînin
kesin din li Helebê. Li gorî agahiyan, hayê kujerê
wan ji vê meseleyê hebû.
Ebdilmecîd Şêxo 47 salî bû û jin
û 8 zarok (2 kur û 6 keç) bi du xwe de hiştin.
Ji bo têkiliya bi hunermend Beha Şêxo re:
00905425576398
|
 |
 |