 |
 |
02.01.2004 - 23:19

Qaçaxçiyê mezin Macid Birkî (Der Spiegel)

Gemiya "Monîca" (dpa)

Penaberên kurd (ap)

Zarokeke kurd di destê polîsekî de (ap)
>> Der König der Schleuser (rapora DER SPIEGEL)
|
Çawa qaçaxçiyê kurd Macidê Birkî Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê ji kurdan "paqij" kir û xwe kir dijminê ewropiyan
Sîrwanê Hecî Berko - DORTMUND (amude.com) - Macid Birkî (Macid Ehmed Mihemed, 29 salî) qaçaxçiyekî
mirovan e. Li gel grûpa xwe û bi alîkariya rêjîma Sûryayê, wî bi hezaran kurdên
Başûrê-Rojavayî Kurdistanê di rêya Libnanê re derxistin Ewropayê.
Bi alîkariya agahiyên polîsên elman, Birkî di 23.04.2003an de li Libnanê
hate girtin. Lê piştî 6 mehan, ew ji aliyê dadmendekî leşkerî
ve serbest hate berdan, li gel ku Birkî li tawanbariyên xwe mûkir hatibû.
Di yekemîn hejmara xwe ya sala 2004an de, kovara elmanî ya heftane DER SPIEGEL raporeke berfireh
li ser Macid Birkî û organîzasyona wî û xebata wan a bazarvaniya mirovan weşandiye.
Min agahiyên herî giring wergerandin kurdiyê û wan li gel hin agahdariyên din
pêşkêşî xwendevanê kurd dikim.
Macidê Birkî di salên 1999 ta 2002ê de, di gemiyên bi navên "Monîca", "East Sea" û "Sam" de bi hezaran kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê di rêya Libnan, Îtalya û Firensayê re şandin Elmanya.
Macid Birkî di 30.11.1974ê de li bajarê Amûdê li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê ji dayik bû.
Li gorî agahiyên Birkî ji bo polîsên libnanî, di sala 1998an de têkiliya wî bi Ebdilqadir Hopan (Abid) re çêdibe. Herdu li hevdu dikin, ku kurdan di rêyên qaçax re ji Kurdistanê bişînin Ewropayê û bi taybetî Elmanyayê.
Di destpêkê de, ew gemiyên piçûk peyda dikin û her car dora 20-25 kurdan derdixîn Ewropa. Her kurdek dora 3000 dolarên emerêkî didin rêberên xwe, da ku wan bigihînin Yunanistan an jî Îtalyayê.
Piştre Birkî bi ser rêyekê vedibe, ku di rêya wê re bi sedan mirovan bişîne Ewropayê. Di sala 2000î de, ew dest pê dike ji bo qaçaxiya xwe gemiyên mezin peyda bike.
Di dawiya 1999an de, gemiya pêşî digihêje Îtalyayê: 257 penaber têne jimartin. Ta îro jî nediyar e, bê kê ew gemî bi rê ve dibir. Birkî bi xwe jî ti agahî nedan polîsên libnanî.
Lê di gulana 2000î de, polîsên elman guhdarî axaftineke li ser telefonekê dikin û nas dikin ku "Abid" û "Macid" berpirsê organîzasyonê ne. Polîs lêkolînên xwe û guhdarkirina telefonan berdewam dikin û navên çend kesên ku li Elmanyayê xebatê dimeşînin, eşkere dikin: Siyamend (birayê Macid) bajarê Nordhornê, Jelal (zaveyê Macid) ji bajarê Dissen, Semîr (birayê Abid) ji Demoldê û Riyad (biraziyê Abid û Semîr) ji Bad Salzuflenê. Van kesan penaberên kurd ên ku li ser gemiyên Birkî gihabûn Îtalyayê, bi tirimbêl, kamyon û otobûsan dianîn Elmanyayê.
Di vê demê de, polîsên elman hîn tiştekî li ser Macid Birkî û rola wî nizanin. Lê ew dora 3ê mehan li telefonên hevkarê wî yê iraqî Hekîm A. li bajarê Dessau guhdarî dikin û ji xwe re wêneyeke baş li ser bazarvaniya wan çêdikin. Piştre Hekîm ji bo 5 sal û 11 mehan dikeve zindanê û ta niha jî jiyana xwe di zindana Naumburg an der Saale de derbas dike.
Piştre dora zaveyê wî Jelal, birayê Abid Semîr û biraziyê wan Riyad tê, ku tevde jî kurdên
Başûrê-Rojavayî Kurdistanê ne.
Di 20.07.2000î de, gemiya bi navê "Sam" digihêje Îtalyayê. Ev yek ne li gorî pilanên Birkî hat.
Wî berê gemiyê dabû Firensayê. Lê rewşa gemiyê ya xerab û bidawîbûna xwarin û avê
bûn sedemên ku kapîtênê gemiyê wê li Îtalyayê radiwestîne. Ji nişka ve, ji Riyadê 20salî hate xwestin ku tirimbêlan ji 552 kurdan re peyda bike û wan bigihîne Elmanyayê.
Riyad jî telefonekê bi du ya din de dike û guhên polîsên elman jî her tim li ser xeta
wî û yên din in. Bi xêra kawikbûna Hekîm, polîsan nas dikin ku gemî gihaye Îtalyayê:
Riyad: "Ew li welatê makaronê ne."
Hekîm: "Ew li kû ne?"
Riyad: "Li welatê makaronê."
Hekîm: "Min nas nekir. Welatê makaronê li kû ye?"
Riyad: "Tu çima nizanî?"
Hekîm: "Bi Xwedê nizanim."
Riyad: "Li Îtalyayê."
Hekîm: "Rastî?"
Riyad: "Erê, gihan."
(Ji protkola telefona Riyad bi Hekîm re di 20.07.2000î de)
Grûpa Elmanyayê tê girtin
Ev kar ji bo Riyad barekî giran bû. Ta wê demê, wî tenê pere ji bo Birkî didan hev. Ew diçû cem penaberên ku gihabûn Elmanyayê û pereyên mayî ji wan distandin. Penaberan weha bi Macidê Birkî re li hev kiribûn: beşek ji pereyan li welat û beşê din dema ku bigihên xaka Elmanyayê. Hin kurdên din pere ji bo anîna mirovên xwe ji Sûrya û Iraqê didan wî. Riyad jî pere didan bazarvanekî tirimbêlan li bajarê Düsseldorfê, ku tim diçû Sûryayê. Berî hatina "Sam", Riyad 100.500 markên elmanî dan wî mêrî.
Apê Riyad Semîr, Hekîm û Jelal barê Riyadî sivik dikin û bi otobûs û kamyonên kirêkirî diçin Îtalyayê û penaberan bi xwe re tînin. Hin otobûs û kamyon bi rê de têne girtin û hinên din dikarin xwe xelas kin û digihên çend bajarên elmanî.
Piştî van aksyonan, polîsên elman Semîr, Riyad, Jelal û Hekîm digirin.
Hekîm ji polîsan re dibêje, ku Macidê Birkî û Abid kar li Sûrya û Libnanê dimeşînin. Hekîm ji polîsan re dibêje: "Ji bo ku hûn bizanibin, Abid û Macid xwediyên du bajaran in: Hassakê û Qamişlo. Wan herdu bajar bi pereyên qaçaxçiyê kirîne. Ew her tiştî dibin, ji zêr ta xaniyan, erd ta dewaran."
Penaberê ku pereyên wî tune bin, xanî û erdê xwe dide rêberên xwe. Li gorî agahiyên polîsên
elman, Macidê Birkî xwediyê bêtirî 2000 xaniyan e.
Ew serê organîzasyonê ye û "mîna Hizbullah" cilên leşkerî yên kesk li xwe dike. Abid jê re kar dike. Hekîm polîsan agahdar dike, ku Birkî "xwedî têkiliyên herî baş bi muxaberatên sûrî re ye".
"Monîca" û çîroka wê
Bi gemiya "East Sea", Birkî dixwest penaberan yekser bigihîne bajarê Hamburgê yan jî Kielê li
Elmanyayê. Lê ji ber rewşa hewayê, "East Sea" bi 912 kesan giha Firansayê.
Ev bû sedema ku piraniya penaberan perên mayê nedan Birkî; wan bi Birkî re li hev kiribûn,
ku wan bigihînin Elmanyayê. Li gorî agahiyên Birkî, 160.000 dolar li wî kêm ketin.
Ji ber vê yekê, ew li gemiyek din geriya û "Monîca" peyda kir. Xwediyê wê jî mirovek urdunî bû. Ji bo "Monîca" Birkî 120.000 dollar dan û ev gemî li ser navê mêrekî libnanî qeyd kir, ku Birkî ew bi 2000 dolaran kirîbû.
Piştre, Macidê Birkî li karkeran geriya, da ku gemiyê bi rê ve bibin. Malik Mensur B, ku berê jî bi karûbarên gemiya "East Sea" rabûbû, ji Birkî re 5 karmendên sûrî peyda kirin, ku kapîtên Osman Şêx yek ji wan bû.
Di 02.03.2002an de, "Monîca" ji Beyrûtê derket û berê xwe da Larnaka li Qubrisê, da ku ji bo çûna Ewropayê bête amadekirin. Piştî 8 rojan, gemiyê berê xwe da bajarê Sayda li Libnanê û dora 2 km´an dûrî benderê bi cih bû.
Di 11.03.2002an de, demjimêr 07ê êvarê, bi sedan penaberên kurd di qeyikên piçûk de berê xwe dan "Monîca"ya tarî; hemî lampe vemirandî bûn.
Piraniya wan kurdan ji bajarên cuda li Sûrya û Başûrê-Rojavayî Kurdistanê hatibûn. Hin erebên Iraqê jî di nav wan de hebûn.
Birkî ew bi otobûsên piçûk ji Şamê anîbûn Libnanê. Li ser sînor, ti kesî îşê xwe
bi wan neanî. Li ser pirsa çima ti kesî ew kontrol nekirin, Birkî ti bersiv neda polîsên libnanî.
Li gorî agahiyên hin penaberên ku li "Monîca" bûn ji bo Malpera Amûdê,
hayê hêzên sûrî û yên Hizbullah ji vê meseleyê hebû. Herdu alî jî şirîkên Birkî di vê bazarvaniyê de
bûn.
Ji Beyrûtê penaber hatin şandin bo Saydayê. Li gel ku bi rê de çend kontrol jî hebûn,
lê otobûsên Birkî dikarîbin bêyî ti problêm û kontrolan rêya xwe berdewam bikin. Polîsan
destên xwe ji wan re bilind dikirin û erêkirina xwe ji bo wan didan xuyakirin.
Li Saydayê, Birkî û zilamên wî penaber xistin saloneke mezin di bexçeyeke mezin ê pirtiqalan de,
ku nêzîkî benderê bû. Hin penaberên "Monîca"yê ragihandin, ku ev bexçe milkê Hizbullah bû û leşkerên vê partiyê ew diparastin.
Ji ber ku Abid li Sûryayê hatibû girtin, derketina "Monîca"yê dereng ket. Birkî çû û ew ji nav destên hêzên sûrî rizgar kir.
"Monîca" 8 rojan bi rê de dimîne, ta ku digihêje Sîsîliya li Îtalyayê. Malik biryarê dide,
ku karmend ji xwe re navên nerast bi kar bînin. Ew bi xwe navê xwe dike Elî Etiya û kapîtên
navê Ehmed Isman li xwe dike. Malik penaberan agahdar dike, ku li Îtalyayê dê pirs ji wan bêne kirin û ew divê bersivê bidin û bibêjin, ku gemî ji Tirkiyeyê derketiye û ew bi xwe iraqî ne û dixwazin li Elmanyayê doza mafê penaberiya siyasî bikin.
Li ser gemiyê, penaber mecbûr bûbûn ku av û xwarinê kêm bi kar bînin. Kesê ku diçû ser dilovaniya xwe, ji gemiyê dihate avêtin.
Wêneyên "Monîca" ewropiyan dîn dikin
Di 18.03.2002an de, polîsên îtalî "Monîca"yê nêzîkî Sîsîliyayê radiwestînin û wê dibin Katanyayê. Malik tê girtin. Li Ewropayê qiyamet radibe. Miletên ewropî wêneyên "Monîca"yê di televizyonan de dibînin. Hikûmetên wan dikevin qeleqê û bi taybetî ya elmanî ditirse û dizane ku piraniya penaberan dê berê xwe bidin welatê wan.
Serokê Fransayê Jacques Chirac bang dike, ku berpirsyarên vê tracîdeya mirovane divên
bêne pêşiya dadgehê. Wezîrê Elmanyayê yê kar û barê hundirîn ji welatên ku penaber
ji wan hatine, doza guhertinan dike û gefê li wan dixwe.
Birkî ji polîsên libnanî re dibêje: "Du roj piştî gihiştina gemiyê li Îtalyayê, ez çûm Sûryayê. Ez ditirsiyam ku libnanî min bigirin. Min xebata xwe rawestand, ta ku ez hatim girtin."
Dibe ku hinekan wî agahdar kiribe. Di 08.03.2002an de, polîsên bajarê Leipzig li Elmanyayê biryareke navneteweyî ji bo girtina Birkî peyda kir.
Wê demê, polîsên libnanî dest bi lêgerînê kirin. Çend roj piştî hatina "Monîca"yê ji bo Îtalyayê, wê 2 qaçaxçiyên mezin girtin, ên ku dixwestin mîna Birkî kurdan derxînin Ewropayê. Libnaniyan 669 kurd vegerandin Sûryayê.
70 zibûnên Birkî yên kurd mabûn, ku cihê wan li ser "Monîca"yê tune bû. Ji ber vê yekê Birkî
xwest wan jî derxîne. Dawiya 2002an, wî xwest li gel hevkarekî nû gemiyeke din bikire û dora
700 kurdan bişîne Ewropayê. Ew li kapîtênmekî digeriya. Lê di 23.04.2003an de Birkî li Libnanê hate girtin. Birkî li her tiştî mukir tê.
Kê Birkî ji zindanê derxist?
Polîsekî berpirsyar ê elman bi navê Hasenpusch ji Hanoverê xwest ku biçe Libnanê û bi Birkî re biaxife. Di meha 09an a vê salê de, libnaniyan erêkirina xwe dane wî. Hasenpusch bilêtekê ji bo balafira roja 21.10.2003an, demjimêr 14.10, dikire. Di 14.10.2003an de, hevkarê wî yê li Libnanê wî agahdar dike, ku Birkî ji zindanê derket!
Piştî 3 rojan ji lêkolînan, balyozxaneya elmanî li Libnanê wezareta derve ya elmanî agahdar dike, ku di destpêka meha 9an de, polîsên libnanî Birkî ji zindana Rumija dibin zindana leşkerî li Beyrûtê. Piştre, dadmendekî leşkerî Birkî ji zindanê derdixîne û wî serbest berdide, lê paseporta wî li cem xwe dihêle û jê dixwaze, ku hertim biçe cem polîsan û xwe pêş wan bike.
Ev nûçe mîna bombeyekê li cem polîs, wezaret û dezgehên elmanî diteqe. Dadmendê ku Birkî ji zindanê derxist, qet îşê wî ji doza wî tune bû. Wezareta kar û barên hundirîn a libnanî, dadmenda berpirsyar û berpirsê polîsan radigihînin, ku xwedêgiravî ew ne agahdar bûn.
Ti kes nizane Birkî li kû ye!
Wezîrê Elmanyayê yê kar û barên hundirîn Otto Schily hêrs dibe. Ew ji libnaniyan dixwaze, ku li Birkî bigerin û wî careke din zindan bikin.
Elmanyayê rêjîma sûrî tawanbar dike
Hikûmeta libnanî çi kir? Wê dadmendê leşkerî ji kar avêtin.
Li Libnanê ti kes behsa rola Sûryayê nake, li gel ku Birkî sûrî ye û dibe ku niha li Sûryayê be,
û li gel ku bajarê Rumija di destê muxaberatên sûrî de ye û Beyrût jî di destê
serokê Sûryayê Beşar el-Esed ye. Ji mêj ve guman tê kirin, ku destê muxaberatên sûrî
di qaçaxçiya kurdan de heye û ew bi xwe ji organîzerên vê bazarvaniyê ne.
Di gulana 2002an de, istexbaratên Elmanyayê (BND) di doseyekê de nivîsandin, ku rêjîma sûrî dokumentan ji bo çûna Şamê dide kurdan, da ku li pêşiya çavên muxaberatên sûrî bêne şandin Libnanê.
BND di doseya xwe de berdewam dike û radigihîne, ku hin karmendên berpirsiyar ên muxaberatên sûrî
sûdê ji vî karê qaçaxçiyêê wedigirin; ew ji aliyê qaçaxçiyan ve têne kirîn. Herweha, weha BND, muxaberat ji qaçaxçiyan agahiyan peyda dikin, bê ka kîjan penaber amade ye, ku ji wan re agahiyan li ser kurdên li Ewropayê peyda bike. Muxaberat jî mesrûfa çûna van kesan dide.
Dezgeha ji bo parastina destûra Elmanyayê di adara 1992an de di raporeke xwe de nivîsandiye, ku wê hin agahî peyda kirine, ku destê muxaberatên sûrî di qaçaxa mirovan de heye.
Elman piştrast in, ku sûriyan Birkî ji zindanê derxistine.
Hikûmeta elmanî sefîrê xwe şand wezareta Sûryayê ya derve. Di 19.11.2003an de, ew li gel sefîrên Fransa û Îtalyayê çû wezaretê û hersiyan doza girtina Birkî kirin. Wan ji sûriyan xwestin, ku ew bi kêmanî misoger bikin, ku Birkî gemiyeke din neşîne Ewropayê. Eger daxwazên wan pêk neyên, ew dê...
Ew dê çi? Têkiliyên elmanî-sûrî pir baş in, ew tucarî baştir nebûn.
Herweha sûrî tucarî bi razîbûna xwe û bêyî tiştekî li hember ji turê dernexistiye.
Berî demekê, hikûmeta elmanî çend ajanên sûrî li Elmanyayê serbest berdan û biryara
girtina apê serok Beşar jî iptal kir. Bi vî islûbî Sûryayê guftûgoyan dike.
Gelo nirxê Birkî dê çiqas be? Yan jî ew ewqasî tiştan dizane, ku ti kes nikare nirxê wî bide?
Ji nav kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê hin deng têne bihîstin,
ku rêjîma sûrî bi zanebûn kurdan dişînin derveyî welat, da ku
herêmên wan vala bibin û ereb bikevin şûna wan. Bi vê yekê,
ew ê bikaribin bêjin, ku kurd li Sûryayê tune ne û bajarên kurdan ji xwe
erebî ne. Kerkûk silavan dike..
>> sirwan@amude.com
|
 |
 |