www.amude.com - navenda çanda kurdî


10.08.2003 - 21:09

Berfirehbûna Bingehê Laliş ji bo guhertinên nû

Hekar Findî - DIHOK (amude.com) - Di berdewamiya xizmet û pêşvebirina çand û astê pênasîna Êzîdiyan, Bingehê Laliş ê rewşnebîrî û komelayetî li Dihokê du liqên din li Herêma Kurdistanê vekirin, yek li devera Şingal û ya din li Be´şiq û Bahazanê.

Devera Şingal, ku berî niha li jêr kontrola rêjîma Bees de bû û ji her mafekî û çalakiyên rewşnebîrî bê par bûn, Bingehê Laliş bi fer dît, ku bingeheke rewşenbîrî li wir veke. Di vê hefteyê de û bi piştevanî û çavdêriya Bingehê Laliş yê rewşnebîrî li Dihokê, liqê li devera Şingal hate vekirin.

Her wesa liqeke din jî li devera Be'şiq û Bahazanê, ku ew jî li jêr kontrola rêjîma Bees de bûn, hate vekirin.

Hêjayî gotinê ye, ku Bingehê Laliş berî ku dest bi kongirê xwe yê giştî biket, dest daye nexş û pilanke rêk û pêk ji bo vekrina çendîn liqên din ji bo bêtir xizmetkirnê û berfirehkirina çalakiyên xwe. Herweha ew li ber e, ku du liqên din li deverên Isifnê û Xetarê veke.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]