25.02.2003 - 10:50
Li Kurdistanê gel xwe bo şer berhev dike
Hekar Findî - Dihok
DIHOK (amude.com) - Piştî wan axaftinên ji aliyê Tirkan ve hatin gotin,
li Herêma Kurdistanê xelkê deverê xwe bo şer û berhingariya supayê tirkî
amade dikin.
Ev yek ji bi çendnîn renga tê kirin, wek li çend bazaran lafîte hatine ragirin û gotina (Belê Bo Emrîka , Nexêr bo Turkan ) nivisandîne, her wesa hinek kes li ba xwe navan dinvîsînin ji bo hindê ku xwe bikin qurbanî demê hatina supasyê tirkî.
Herweha hikumeta Herêma Kurdistanê jî ew gotin bi girngî wergirtine û ji dezgehên ragihandin re diyar kirine ku ew ne razî ne li ser van gotinan u li alîyekê din xwe amade dike bo berhingariya supasyê tirkî. Bi vê çendê dam û dezgehên imnahiyê li Dihok û Zaxoyê xwe bo wê rojê ya ku supasyê tirk bikevin axa Kurdisnatê amade kirine.
Zêdebarî vê yekê bi dehan rêkxiraw û navend û komel û rêxistinên cemawerî yên qotabî û afert û law û kirêkaran û hdw. nerazîbûna xwe diyar kirin û li bere xwepêşandana li van rojan pêk bînin wek nerazîbûn bermber van gotinan.
|
|