19.03.2003 - 19:20
Perlemana Kurdistanê rewşa awarte îlan kir - Koçberî berdewam e
Hejakr Findî - Dihok
DIHOK (amude.com) - Piştî ku Kurd bi hezaran
ji bajarên Kurdistanê derketin, îro li Hewlêrê
Perlemana Kurdistanê rewşa awarte bo Başûrê
Kurdistanê îlan kir. Piştî vê biryarê,
bi sedan leşker û polîs û asayîş ketin hundirê
bajaran da ku nehêlin ku ti karên terorîstî
û diziyê pêk werin.
Hêjayî gotinê ye ku koçberiya Kurdan ji bajaran
hîn berdewam e û di bin zirûfên nexweş de
pêk tê. Herwiha rewşa hewayê ya nexweş
zehmetiya Kurdan zêdetir dike.
Li aliyekî din, Hikmûeta Herêma Kurdistanê programek
amade kiriye û hêzên xwe li Kurdistanê belav kirine
da ku tiştek ji derveyî kontrolê dernekeve.
|
|