03.04.2003 - 00:30
Xwendekarên Kurd Mesûd Yilmaz protesto kirin
BOCHUM (amude.com) - Berî du rojan, civînek bo çapemeniyê
ji aliyê Zanîngeha Bochumê bo pêşkêşkirina
profesorê wê yê mêvan Mesûd Yilmaz pêk hat.
Xwendekarên kurd ên Zanîngeha Bochumê bi belavok û
pirsên xwe serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Yilmaz
protesto kirin û ji zanîngehê xwestin ku wî nekin profesor.
Di daxuyaniyekê de, Koma Xebatê ya Kurdistan (Kurdistan AG) helwesta
xwe diyar kirin û hêviya piştgiriyê dikin. Daxuyaniya
wan jî ev e:
Daxuyanî
Îro li Zanîngeha Bochumê, ji seet 11 ta 12:30, serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Mesut Yilmaz, serokê Zanîngeha Bochumê û Prof. Jürgen Gramke ji Zanîngeha Kölnê, bo pirs û rexneyên rojnamevanan konferansek pêşkêş kirin.
Mesut Yilmaz dê salekê li Zanîngeha Bochumê weke profîsorekî mêvan di fakulteya zaniyara civakê de kar bike.
Pir Rojnamevanên elman û tirk hatin konferansê. Ji alî Kurdan ve Kurdistan AG û çend xwendevanên kurd ên serbixwe amade bûn. Di destpêkê de pirsên li ser şerê Iraqê û nerîna Yilmaz derbarî polîtîka Tirkiyeyê hatin kirin. Lê piştre pirsên ko hatin kirin tenê pirsên ser Kurdan û polîtîkaya neheqî û kuştinê ya ku di dema serokatiya Yilmaz de bi kar dihat.
Her ku pirs pir dibûn, Yilmaz bêçar dibû û bersivên wî sist dibûn. Xortekî ji Kurdistan AG pirsek ser kuştina Kurdan û şewitandina gundên Kurdan di dema serokatiya wî de kir. Bersiva Yilmaz: "Ev tişt ne rastin!!" Bi vê gotina wî kenekî bilind bi xelkên guhdar ket. Rûyê Yilmaz sor bû! Wî tucarî bawer nedikir ku di roja pêşî de ji karê wî, 90% ji pirsên rojnamevanan li ser Kurdan be.
Di dema bê de, Kurdistan AG dê li gel ASTA Bochum (Rêxistina Karên Xwendevanan) û "Institut für Diaspora und Genozid forschung" û komeley in din çalakiyekê li dijî vê biryara şaş a anîna Yilmaz dest pê bike.
Em bi hêvîne ku hûn alîkarîya me bikin û emailan ji serokê Zanîngeha Bochum Prof. Dr.-Ing Gerhard Wagner re bişînin û anîna Yilmaz protêst bikin.
Bîroya serokê Zanîngehê:
Faks: +49 (0) 234 / 32-14 131
E-Mail: rektor@ruhr-uni-bochum.de
Kurdistan AG
31.03.2003
www.kurdistan-ag.de
|
|