www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

10.12.2002

Kurd li pêşiya perlemana Sûriyê protesto dikin

Şam (amude.com) - Di hevpeyvîneke telefonî de bi malpera Amûdê re, birêz Ebdulbaqî Yûsif, berpirsê giştî yê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, daxuyand ku îro ji demjimêr 11-12 dora 200 Kurd li pêşiya perlemana Sûriyê li Şamê protesto kirin. Çalakiya protestoyê bê ti problêman derbas bû.

Birêz Yûsif eşkere kir ku ev çalakiya protestoyê ya ku di bîranîna roja cîhanî ya mafên mirovan de pêk hat, ji alî Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê hate organîze kirin. "Me ji hemû partiyên kurdî li Sûriyê xwest ku em bi hevre bi vê çalakiyê rabin, lê bersiva wan ew bû ku dema vê yekê hîn nehatiye", Yûsif berdewam kir.

Piştî çalakiya protestoyê, komîteyeke perlemana Sûriyê bi 2 endamên partiya Yekîtî re, Merwan Osman û Hesen Saleh, rûniştin û nameyeke bi daxwazên Kurdan bi dest girtin.

Malpera Yekîtî (yekiti.com) îro di malpera xwe de nûçeya çalakiya protestoyê belav kir.
Di malpera wan de hatiye nivîsandin ku armanca çalakiya wan ew e ku raya giştî ya navnetewî bête agahdar kirin derbarê binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê.
Herwiha ew dixwazin ku balê li ser pirsgirêka Kurd li Sûriyê bikşînin. Di vê yekê de Yekîtî dibêje: "Gelê me yê Kurd li Sûriyê dibe tûşî siyaseteke nijadperest û çewt, û ji hemû mafên mirovane bê par maye".

Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]