www.amude.com - navenda çanda kurdî


22.08.2003 - 10:00

Li Helebê 2 siyasetvanên kurd tên pêşiya dadgeha leşkerî

HELEB (amude.com) - Îro li bajarê sûrî Helebê, dadgeh kirina siyasetvanên kurd Zerdeşt Mihemed û Reşîd Şeban û 12 kesên din li pêşiya dadgeha leşkerî dest pê dike. Dora 180 parêzer ji seranserî Sûryayê, ku di nav wan de gelek Kurd jî hene, dixwazin li dadgehê mafê van çalakvanan biparêzin.

Roja 21.08.2003ê, hêzên sûrî 21 çalakvan binçav kirin, dema ku van dixwestin biçin semînarekê li bajarê Helebê li ser çilemîn sala rewşa awarte li Sûryayê. 7 ji wan serbest hatin berdan û 14 jî îro tên pêşiya dadgehê. "Civaka Sîvîl" li Sûryayê piştgiriya wan kesan dike û alîkariya wan dike, ku îro li Helebê serbest bêne berdan.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]