 |
 |
03.09.2003 - 00:33
Kongireyeke emerîkî li ser rêjîma Sûryayê
 Beşar El-Essed (AP) |
DORTMUND (amude.com) - Wezaretên Derve û Parastinê yên emerîkî
dê dawiya vê mehê li Waşingtonê kongireyekê li ser
"rastî û rewşa rêjîma Beşar El-Essed"
pêk bînin, wiha malpera elaph.com îro ragihand. Kesayetiyên ji oposîsyona sûrî
û libnanî û herweha berpirsiyarin
bilind ên emêrîkî
dê beşdarî vê kongireyê bibin.
Di vê kongireyê de, ya ku dê roja 29ê vê mehê
li avahiya Komela Netewî ya Rojnamevaniyê li Waşingtona
paytext dest pê bike, dê bi berfirehî li ser
rewşa rêjîma Sûryayê bête axaftin. Herweha
pirsa "dagîrkirina Libnanê ji aliyê Sûryayê ve"
dê bibe mijareke kongireyê.
Li gor agahiyên Elaph, kesayetiyên ji oposîsyona
sûrî û libnanî, yên ku ji derve dijîn,
dawetname ji bo beşdarbûna vê kongireyê bibin.
Herweha zanyar û siyasetmedarên emêrîkî dê
di kongireyê de biaxifin, mîna Matthew Levitt (Professor li Instîtûya WaŞington ji bo
Siyasetên Rojhilata Jêrîn), Gary Gambill (sernivîserê
'The Middle East Intilligence Bulletin'), Paul Wolfowitz (Cigirê Wezîrê
Parastinê), Senator Rick Santrum, Richard Armitage (Cigirê
Wezîrê Derve) û Richard Perle (Wezareta Parastinê).
Rojnamevanê sûrî Nîzar Neyûf, ê ku
li Parîsê dijî, ji bo beşdarbûna vê kongireyê
hatiye dawet kirin. Lê hîn ne diyar e ger Neyûf beşdar bibe an
na. Herweha 6 dezgehên din jî dê beşdarî
kongireyê bibin: "Dezgeha Parastina Demoqratiyatan", "Navenda Lêkolînên
Stratêjî û Navnetewî", "Instîtûya WaŞington ji bo
Siyasetên Rojhilata Jêrîn", Komîteya Emêrîkî ji
bo Libnanek Azad", "Komîteya Emerîkî-Libnanî ji bo
Demoqrasiyê" û "The Middle East Intilligence Bulletin".
Hêjayî gotinê ye, ku pêkanîna vî kongireyî
di bin sîwana Wezaretên Derve û Parastinê û beşdarbûna
berpirsiyarên mezin tê de, mîna nîşaneke hayjixwebûnê
ye, ku Emerîka ji Sûryayê re ji dema ketina rêjîma Sedam
li Iraqê dişîne.
|
 |
 |