27.03.2003 - 01:05
Li Berlînê kongireya "Kurd li Sûriyê" li dar ket
BERLÎN (amude.com) - Di rojên 22-23ê Adarê de,
yekemîn kongire li ser Kurdên Binxetê
li jêr navê "Kurd li Sûriyê" bi beşdarbûna
dora 150-200 kesan li Berlîna paytext pêk hat. 15 pispor ji 8 welatan
lêkolînên xwe derbarî
Kurdên Binxetê pêşkêş kirin.
Mijarên lêkolînên vê kongireya ku yekemîn
car bi vî awayî li dar dikeve, cuda bûn. Di destpêkê de,
lêkolîneran agahiyên balkêş li ser Kurdan ên di çavkanî
û erşîvên osmanî (Dr. Stefan Winter/Elmaniya),
firensî (Eva Savelsberg/Elmaniya), îtalî (Dr. Maria Galletti/Îtaliya)
û soveytî (Jordi Tejel/Swêsra) de pêşkêş kirin.
Piştre Prof. Ferhad Ibrahîm (Elmaniya)
li ser îdyolociya nasyonalîstên ereb û pirsa kurdî
axift. Kamiran Haco (Swêd) bi awayekî berfireh behsa dîrok û
rewşa partiyên kurdî li Sûriyê û sedemên
jihevketin û pirbûna jimara wan kir.
Şemiyê êvarî, parêzgerê kurd Selîm
Biçûk bi berfirehî rewşa Kurdan a yasayî (hiqûqî)
li Sûriyê şirove kir. Tevlî ku wî ji ber dema kurt
nikarîbû lêkolîna xwe ta dawî pêşkêş ke,
lê dîsa jî beşdarvan baş li ser vê mijara balkêş
hatin agahdar kirin.
Siyaseta Partiya Baas a sûrî li hemberî Kurdan mijara
Dr. Ebdilbasit Seyda (Swêd) bû. Wî di gotara xwe de
helwesta Baasiyan a şovînî eşkere kir. Piştî wî,
xanim Ruth Jüttner ji Amnesty International (Elmaniya) behsa mafên mirovan
li Sûriyê û bi taybetî yên Kurdan kir bêyî ku
tiştekî nû li ser agahiyên piraniya kesên beşdar
zêde bike.

wêne: S.H.Berko
|

wêne: S.H.Berko
|
Roja yekşemê çar lêkolînên derbarî
mûstîka kurdî-islamî ya li Sûriyê hatin
pêşkêş kirin.
Dr. Paulo Pinto ji Brazîl bi axaftinke
balkêş rola di orta nasnameya kurdî û sofîtiyê
li Başûrê Rojavayê Kurdistanê diyar kir.
Dr. Annabelle Boettcher (Elmaniya) û Dr. Leif Stenberg (Swêd)
bi berfirehî behsa jiyan û xebata muftiyê Sûriyê yê mezin
Şêx Ehmed Keftaro yê kurd kirin.
Dr. Andreas Christmann ji Ingilterayê Şêx Boutî
kiribû mijara lêkolîna xwe.
Di dawiya kongireyê de, nivîskarê kurd Helîm Yûsiv
li ser dîroka rojname û kovarên kurdî li Sûriyê ji kovara Hawar ta roja
îro axift. Piştî wî berpirsê Malpera Amûdê
Sîrwanê Hecî Berko lêkolîna xwe ya derbarî
internêtê û rola wê bo Kurdên Binxetê
ji amadebûyan re pêşkêş kir û eşkere
kir çawa internêt ji bo Kurdan bi giştî û Kurdên
Binxetê bi taybetî gelekî giring e û pêwîst e
ku Kurd vê teknîkê baştir ji xwe re bi kar bînin.
Kongire bi giştî baş û serkeftî bû. Kesên
beşdar kêfxweşiya xwe diyar kirin, çimkî ev kongireyê
pêşî bû ku bi awayekî zanistî û şêweyeke
bilind xwe mijûlî Kurdên Binxetê kir.
Lê rexne jî hebûn. Mijarên derbarî
xebata netewî ya tevgera kurd li Sûriyeyê û
herweha olên Kurdan ti rol di kongireyê de nelîstin. Li aliyê din,
sofîtiya kurdî û Şêxên kurd mîna Keftaro
ku bi rêcîma Sûriyeyê re kar dikin û ti rolê
di pirsa kurdî de li Sûriyeyê nalîzin, cihekî balkêş
ji kongireyê girtin.
Hêjayî gotinê ye ku kongire projeyek bû ji projeyên
"Civaka Berlînê bo pêşxistina
Kurdolociyê / Navenda ewropî bo Lêkolînên Kurdî"
(Berliner Gesellschaft zur Förderung der Kurdologie e. V. /
Europäisches Zentrum für Kurdische Studien (BGFK)).
|
|