www.amude.com - navenda çanda kurdî


20.08.2003 - 21:00

Komîteya Xelata Cegerxwîn doza binavkirina kolan û dibistan û cihine din li Qamişloyê li ser navê Cegerxwîn dikin

QAMIŞLO (amude.com) - Doh li Qamişloyê, Komîteya Xelata Cegerxwîn di nameyekê de ji bo bajêrvanê Qamişloyê de doz kirin, ku kolanekê, dibistanekê û cihekî din li bajêr li ser navê Seydayê Cegerxwîn bi nav bibe. Herweha komîteyê doza pêkanîna pûtekî Cegerxwîn li Qamişloyê kir.


Rezoyê Osê, Konê Reş, Ibrahîm El-yûsif, Sûad Cegerxwîn û Seydayê Keleş
derbarî xelatkirina Keleş di 19.12.2002an de li Qamişloyê


Di nameya xwe de ji bo bajêrvanê Qamişloyê de, Komîteya Xelata Cegerxwîn, ku ji Rezoyê Osê, Konê Reş, Hefîz Ebdilrehman û Ibrahîm El-Yûsif pêk tê, ragihand ku sedsaliya Cegerxwîn di vê salê de pêk tê. Herweha wê eşkere kir, ku "navê Cegerxwîn ne tenê di wêjeya kurdî de xwedî roniyeke mezin, lê herweha di wêjeya mirovayetiyê de".

Li aliyekî din, komîteyê ragihand ku sala 2003an bûye sala Cegerxwîn û li seranserî cîhanê çalakî derbasrî vê yekê pêk tên. Herweha komîteyê behsa rola bajarê Qamişlo ji bo Cegerxwîn kir û çawa wî daxwaza veşartina xwe di xaniyê xwe de li Qamişloyê kiribû.

Hêjayî gotinê ye, ku Komîteya Xelata Cegerxwîn di dawiya sala borî de, helbestcanê kurd Seydayê Keleş bi yekemîn xelata Cegerxwîn xelat kirin.


Nameya Komîta Xelata Cegerxwîn:

Birêz serokê encûmena bajarê Qamişlo !

Komîta Xelata Helbestvanê Kurd Cegerxwîn vê yekê radixe:
Sala 2003an sedsaliya helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwîn e. Ew navê, ku ne tenha di toreya kurdî de, lê wilo jî di toreya mirovanî de diçîse. Ew mirovê, ku bi şêweyekî mirovane piştgiriya pirsgirêkên miletan bi tevayî dikir.
Belê, Cegerxwîn kurê bajarê Qamişlo bû û piraniya afrandinên xwe li vî bajarî nivîsîne.
Erê, wilo bi şûn û warê xwe ve girêdayî bû, tanî bicihbûna wî li welatekî Iskandînavyayê - warê xweşiyê - hezkirina bajarê wî di dilê wî de sivik nekir. Lewra xwesteka wî ya dawî – li ber mirinê – ew bû, ku li bajarê xwe û di hewşa mala xwe de bê veşartin, da ji wan niştevanên ku ji wan hez dikir, nêzîk bimîne.

Bo vê yekê, em, Komîta Xelata Helbestvanê Kurd Cegerxwîn, vê sedsaliya, ku ahengên wê li gêra navnetewî li dar dikevin, ji we bi hêvî ne, ku:

1. Kolana ku di ber mala wî re derbas dibe, bi "Kolana Cegerxwîn" bi nav bibe.
2. Navê wî li garsîneke bajarê Qamişlo bibe û nîgarê wî tê de bê danîn.
3. Dibistanek bi navê wî bi nav bibe. Herwekî ew yek ji ronakbîrên sereke bû, ku doza vekirina dibistanan li Cizîrê dikir. Wilo jî hozanvanekî welatperwerî û mirovaniyê bû.

Qamişlo, 19.08.2003

Komîta Xelata Cegerxwîn
- Ebdulrazak Osê (Rezo)
- Selman Osman ( Konê Reş )
- Hefîz Ebdulrahîm
- Ibrahîm El–Yûsif

Hêjayî gotinê ye, ku ev name li dîwana bajêrvaniya Qamişloyê li jêr jimar 2604|20.08.2003 hate danîn.

  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]