www.amude.com - navenda çanda kurdî


21.06.2003 - 17:50

Li Şamê muzîka kurdî bi ser ket

zara Ehmed - ŞAM (amude.com) - Doh li Şamê, xwendekarê kurd Amer Mirad li gel grûpa "Sûlav" û dengbêj Dîlber Ehmed xelata duyemîn di pêşbirka stranên frankofonî de wergirt, a ku ji aliyê Navenda Firensî a Çandî li Şamê hatibû li dar xistin. Herweha grûpê xelateke taybetî ji bo balkêşiya xebata wê wergirt.

Grûpa "Sûlav" bi strana firensî "Ji bo xwendevanekî min", a ku bi dengê Dîlber Ehmed û awazên kurdî hate pêşkêş kirin, beşdarî vê pişbirkê bû. Hêjayî gotinê ye, ku Dîlber bixwe nizane bi firensî û tevlî vê yekê bi ser ket.




  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]