 |
 |
07.01.2004 - 21:01
Televizyoneke internêtî ji bo kurdên Binxetê
dest bi weşana xwe kir
DORTMUND (amude.com) - Yekemîn televizyona kurdî ya li ser internêtê
dest bi weşana xwe kir. Televizyona KNN TV a internêtî, ku ji Holendayê
ve weşana xwe dike, yekemîn programa xwe di malpera xwe de weşandiye.
KNN TV di malpera xwe de nivîsandiye, ku ew telvizioneke taybet û serbixwe ye
û dixwaze raya giştî agahdarî rewşa miletê kurd li
Kurdistanê bi giştî û li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê
bi taybetî bike û bibe girêdanek di navbera kurdên li hundir
û derveyî Kurdistanê.
Armanca KNN TV ew e ku bibe pencereyeke siyasî û çandî
ji bo kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê. Ew dixwaze
piştgirya tevgera azadîxwaz a kurd li Başûrê-Rojavayî
Kurdistanę bike û herweha ziman, çand, kultur û folklorê
kurdî biparêze.
Li gorî agahiyên birêvebirên KNN TV bo Malpera Amûdê,
ev demek dirêj e ku ew li ser projeya televizyonê dixebitin. Komîteya amadekar
ji 5 kesên çalak pêk tê û hin kesên din, ku
her yek ji aliyê xwe ve alîkariyê dike. Yekî ji endamên
komîteyê diyar kir, ku tunebûna derfetên aborî
bûne sedemên ku televizyona weşana xwe tenê li ser internêtê
dike. Wî got: "Em ne dezgeh û ne jî rêxistin in û
derfetên me hema tune ne. Ti kes jî alîkariya me nake."
Kesên ku programên KNN TV amade dikin, di karê xwe de pispor in
û bê pere di vê projeyê de dixebitin. Ji ber vê yekê
mesrûfa wan jî ne gelek e. Studyoya KNN TV li bajarekî holendî ye.
Gelek astengî hene
Ev çend meh in, ku amadekarên KNN TV dixwestin dest bi weşanê bikin.
Lê ji bere gelek sedeman ev yek pêk nehat. Di vê demê de, wan
erşîvekê ji bo televizyonê amade dikir.
"Me ji gelek kesan li Kurdistanê û Ewropayê xwest ku filman
ji me re peyda bikin, lê mixabin ta niha tiştek negihaye me", weha Selah Bîlal,
yek ji xebatkarên KNN TV li Elmanyayê.
Yekemîn programa KNN TV doh di malpera televizyonê de hate weşandin. Program
demjimêrekê dirêj dike.
Di vê programê de, dîmenin ji bajarên Qamişlo û Efrînê
têne pêşkêş kirin. Di ber re, stran û muzîka
kurdî têne guhdar kirin.
|
 |
 |