 |
 |
15.08.2003 - 14:32
Salihê Kevirbirî: Ezê ji îro û pê ve jî sûcdariya
xwe berdewam bikim
STENBOL (amude.com) - Pirtûka rojnameger û nivîskarê kurd Salihê Kevirbirî
ya bi navê ‘Bir Çigligin Yuzyili: Karapetê Xaço’ piştî berhevkirin û
qedexebûna 16 mehan ‘azad’ ma.
Pirtûka navborî bi hinceta ku ‘gel û nîjadan bera hev dide û dibe
sedema dijminatiya di navbera wan de’ hatibû berhev kirin,
qedexe kirin û paşê jî ji bo nivîskar Salihê Kevirbirî û xwediyê
Weşanxaneya Sî’yê Onur Ozturk doz hatibû vekirin.
Di vê sûcdariyê de ji bo Kevirbirî ji salek ta sê 3 salan cezayê
hepsê dihate xwestin.
Di danîşîna dawî ya Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya li Stenbolê
de, parêzer û xwediyê weşanxanê Onur Ozturk beşdar bûn.
Ozturk di parastina pirtûkê de, ya ku ji 19 rûpelî pêk dihat,
diyar kir ku ew û nivîskarê wî Kevirbirî tu caran sûcdariyêrn bi vî
awayî qebûl nakin, lewre jî ew bereata xwe dixwazin.
Piştî parastinê, lijneya dadgehê biryara xwe da ku bingeha sûc pêk nehatiye,
lewre jî ‘azad’bûna pirtûkê, nivîskar û weşangerê wê xwest.
Piştî dadgehê Salihê Kevirbirî pirsên malpera Amûdê bersivand û wiha got:
"..Di pêvajoya ku Tirkiye dixwaze bikeve Yekîtiya Ewropayê de,
qedexekirin û berhevkirinên bi vî rengî nayên qebûl kirin.
Min bi nivîsandina pirtûkeke bi vî rengî sûc nekiriye.
Min bi awayekî objektîf û rasteqînî jinenîgariya Karapetê Xaçoyê Ermenî,
yê ku ev 95 sal in derd û kulên miletê min bi kurmancî vedibêje,
darêjtiye ser kaxezê. Heger ev sûc be ezê ji îro û pê ve jî
vê sûcdariya xwe berdewam bikim..!"
Şayanî gotinê ye, ku pirtûk portreya Dengbêjê Ermenî yê 103 salî Karapetê
Xaço radixae ber çavan. Salihê Kevirbirî ji bo ku Karapetê Xaço bibîne
û li ser wî kitêbeke bi vî awayî binivîse di dawiya sala 2001ê û
destpêka 2002an de du caran çûbû Erîvana Ermenistanê.
Pirtûk di Adara 2002an de li Stenbolê ji hêla Weşanxaneya Sî’yê ve hatibû
weşandin. Piştî weşanê bi 20 rojan pirtûk ji hêla
Dadgeha Ewlekariyê ya li Stenbolê ve hatibû qedexe kirin, berhev kirin û doz
li weşanger û nivîskar hatibû vekirin.
|
 |
 |