www.amude.com - navenda çanda kurdî


26.10.2003 - 21:48


Ebdulrehman Dîlîpak
(mazlumder.org)

Salihê Kevirbirî
Li Stenbolê rewşenbîrên tirk û biyanî hînî 'kurdî' bûn

STENBOL (amude.com) - 'Birimizin Derdi hepimizin Derdi' (Derdê yekî ji me, derdê me hemûyan e) beşek ji berdewamiya organîzasyona 'Dijber ligel hev in', ku ji hêla nivîskarê îslamîst Ebdulrehman Dîlîpak û Ateîst Şanar Yurdatapan ve tê bi rê ve birin.

Organîzasyona navborî 'Derdê yekî ji me, derdê me hemûyan e' li Stenbolê navendîbûna xwe saz kiriye û li gorî pilan û programa xwe kom, sazî û dezgehan li gel kesên navdar ji biyaniyan ziyaret dike, da ku derd û kulên civakê yên heyî daxîne asta herî jêrîn.

Yek ji van çalakiyan jî, doh demjimêr 11:00e li Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ya Stenbolê pêk hat. Di çalakiya pêkhatî de, yekem car nivîskar Ebdulrehman Dîlîpak mafê axaftinê wergirt. Ji ber ku gelek kesên navdar ji sazî û dezgehên cîhanî wekî beşdar amade bûn, axaftina wî ji hêla Şanar Yurdatapan ve bo ingîlîzî hate wergerandin.

Mêvanên biyanî ku beşdarî civîna li NÇM'ê kiribûn, ev bûn:

Meena Seshu: Avakara rêxistina SANGRAM û Monîtorê Human Right Watch HRW'ê
Souleymane Guengueng: Avakarê rêxistina AVCRP û Monîtorê Human Right Watch HRWê
Rocer Lucey: Kevnestranbêjê Başûrê Efrîqeyî Başûrî, niha nûçegîhan
Paul Erasmus: Kevnepolîsê Başûrê Efrîqeyî, niha lêkolîner
Ken Roth: Sekreterê Giştî yê Human Right Watch HRW'ê
Terry Carlbom: Sekreterê Giştî yê PEN'a Navneteweyî (International PEN)
Jonathan Sugden: Raportorê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) yê Tirkiyeyê
Joanne Csete: Pispora HRW
Reed Brody: Pisporê HRW'ê (Parêzer, ji darizîna navneteweyî)
Liba Bayer: Pisporê HRW'ê
James Logan: Raportorê Efûya Navneteweyî (Amnesty International) yê Tirkiyeyê

Piştî axaftina Ebdulrehman Dîlîpak, serokê Navenda Çanda Mezopotamya Zubeyir Perîxan axivî. Perîxan pî da ser pest û kotekiyên li ser wan û bi taybetî jî saziya wan. Gotinên Zubeyîr Perîxan jî ji hêla Şanar Yurdatapan ve ji tirkî bo ingîlîzî hate wergerandin.

Berî ku civîn û rûniştin biqedin, Endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Salihê Kevirbirî wekî mamosteyê zimanê kurdî bi awayeke sembolîk dersa kurdî da mêvanên tirk û biyanî. Kevirbirî beriya ku dest bi dersê bike ji bo çend deqeyan li ser dewlemendiya zimanê kurdî axivî û wî da zanîn ku bêyî ku dewlet be, zimanek heye ku bi sedan sal li ser piyan maye. Salihê Kevirbirî got: "Hînbûna her zimanê li cîhanê nîşaneya serfirazî û serbilindiyê ye. Lê hê jî li Tirkiyeyê hînbûna zimanê kurdî û tîpên wekî Q, W, X, Ê qedexe ne. Ev durûtî ye."

Salihê Kevirbirî piştre li ser depreşa ku berê hatibû amade kirin, tîpên 'qedexe' û 'xeternak' Q,W,X,Ê nivîsî û ev tîp bi mêvanan da xwendin û bi lêv kirin.

Malpera Amûdê ji Kevirbirî pirsî, ka sedem çi bû, ku wî zimanê kurdî wekî sembol da rewşenbirên tirk û biyaniyan. Kevirbirî bersivan û got: "Wekî tê zanîn, demek berê qedexebûna li ser navên kurdî hate rakirin. Lê Tirkan vê carê jî diyar kirin, ku ev yek ancax bi tîpên di zimanê tirkî de pêk tê, ango kesekî kurd nikare navekî kurdî, ku tîpeke kurdî (Q, W, X, Ê) tê de hebe, li zarokên xwe bike. Weke mînak, navê Welat. Ji ber ku tîpa 'w' tê de heye, ev nav qedexe ye. Heger dê û bav navê zarokê xwe bike 'VELAT' çê dibe, lê Welat be çê nabe. Ev yek antî demokratîk e. Bi awayekî sembolîk be jî, hate çespandin ku hînbûna zimanê kurdî ewqas jî ne xeternak e û tîpên Q, W, X, Ê malik li dewletê mîrat nake."



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]