16.12.2002 - 00:41
Kerîm Biyanî bû mêvanê "Hevdîtina
Sêşemê ya Çandî"
li Qamişloyê
Kerîm Biyanî
|
QAMIŞLO (amude.com) - Şemiya borî li bajarê
Qamişloyê, nivîskarê kurd Kerîm Biyanî
bibû mêvanê "Hevdîtina
Sêşemê ya Çandî".
Biyanî li ser rê bû ber bi Başûrê
Kurdistanê ve.
Di civîneke bi endamên "Hevdîtina
Sêşemê ya Çandî" re, nivîskar Kerîm Biyanî
behsa xebata xwe ya nivîsandinê, wergerê û rojnamevaniyê
kir.
Kerîm Biyanî sala 1959an li Duhokê ji dayik bûye, û
ji sala 1995an ve li Berlînê dijî. Wî ta niha 3
pirtûkên çîrokan weşandine, ya dawî
bi navê "Xerîbî" bû. Herwiha wî di rojnameya
Botan û kovara Sewtuna (Dengê me) de xebitiye. Ji bilî van,
Biyanî beşdarî weşan û sernivîseriya
kovara Havîbûn bibû ya ku ji aliyê "zanîngeha
Berlînê ya serbest" ve dihate weşandin.
Hêjayî gotinê ye ku Qamişlo ji mêj ve bûye
pira Kurdan di navbera tarawgehê û Başûrê Kurdistanê de.
Di dema dawî de jimareke mezin ji rewşenbîr û kesayetiyên
kurd ji Kurdistana azad bûbûn mêvanên bajarê
evînê.
|
|