www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

14.12.2002 - 03:20

"KEZÎZER"a helbestvan Kemal Necim derket

BEYRÛT (amude.com) - Ji weşanxaneya Amerda li Beyrûtê pirtûka helbestvan Kemal Necim a bi navê "Kezîzer" derket. "Kezîzer" pirtûka Necim a yekemîn e.

Kemal Necim li gundê Girkê Legê (herêma Dêrika Hemko) li Kurdistana Sûriyê ji dayik bûye, û li wêderê xwendina xwe ta rêza 12an bi dawî anî. Niha li Beyrûtê dijî û yek ji sernivîserên kovara SORGUL e ya ku li Beyrűtę bi zimanę erebî derdikeve. Ji zû de dest bi nivîsandina helbestê kiriye û ew di gelek kovar û rojnameyan de weşandine.

Hêjayî gotinê ye ku piraniya helbestên vê pirtûkê di kovara NIVÎS a malpera Amûdê de hatibûn weşandin. Malpera Amûdê nêzîk "Kezîzerê" di beşê pirtûkan de diweşîne.

Bo agahiy in berfirehtir, fermo malpera "Kezîzerê" ya helbestvan Kemal Necim veke:
www.geocities.com/knecim
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]